Famîle

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dabeşandina biyolojîk

Famîle (herwiha bi latînî: familia) di birêkûpêkiya yan dabeşandina biyolojîk a riwekan de navê hiyerarkiyekê ye. Bêje herwiha di cîhana ajalan de tê bikaranîn.

Ev rêmana han ji Pierre Magnol tê ku sala 1689'ê wî li riweknasiyê (botanîk) zêde kiriye. Riweknasên mezin Linné û Antoine-Laurent de Jussieu ji dêl vê têgînê ve, „Ordines naturales“ (=„pergala xwezayî“) bikaranîne. Lê di sedsala dawiyê de riweknasên nûjen li ser bêjeya famîle bihevkirine, bêhtir wê bikartînin.

Famîle ji cure (riweknasî) yan cins (riweknasî)ên riwekên hevpar, bînan û hevşêwe pêk tê. Famîleyên riwekan bi paşpirtika -ceae û yên ajalan jî bi -dae bidawî dibin. Binavkirinên kurdî pirranî navê xwe ji riweka herî navdar a famîleyê digirin û bi paşpirtika pirhejmariyê -(y)an bidawî dibin. Bo mînak sosin, famîleya sosinan. Ev forma han herwiha di binavkirinên êlên (eşîr) kurd de tê bikaranîn. Navê nêrza Sîn/Sîno, di çerxa demê de bûye navê êla Sînemiliyan. Ango, zarokên Sîn ê Milî/Milanî. Wekî tê zanîn Milan eşîreke mezin e.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Ann McNeil & R. K. Brummitt (2003). The usage of the alternative names of eight flowering plant families. Taxon, 52 (4): 853-856.
  • Gerhard Wagenitz: Wörterbuch der Botanik, 2. Auflage, 2003/2008, ISBN 3-937872-94-9, S. 110