Edith Södergran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Edith Södergran
biguhêreBelge

Edith Irene Södergran (z. 4 nîsan 1892 - m. 24 hezîran 1923) pêşenga helbesta swêdîzimanî ya Finlendayê bû.

Edith Södergran di 4ê nîsana 1892an de li Petersburga Rusyayê hatiye dinyayê. Södergran ji malbatek swêdîziman ya Fînlendayê bû. Helbestên xwe wê bi zimanê swêdî nivîsîne. Hê Edith biçûk bû, bavê wê Matts Södergran ji ber êşa zirav mir. Södergranê li yek ji baştirîn dibistanên Petersburgê, li fêrgeha St. Petri-Schule ya almanî dest bi xwendina xwe kir. Di 16 saliya xwe de ew jî bi êşa zirav ket û bo çarekirinê pêşî hat Fînlendayê, ya hingê beşek ji Împeratoriya Rûsî bû, û paşî ji ber heman nexweşiyê sê salan li Swîsreyê ma.

Piştî hilbûna agirê Şoreşa Rûsyayê, Edith û diya xwe ji Petersburgê bar kir derveyî bajar, "xaniyê [xwe yê] xirabe", wek ew bi xwe dibêje, û di rewşek bikêmûkasî de jiyan. Mîraseya diya wê wergirtî bi ticaretên biserneketî yên bavê wê û herwa li ber bahoza şoreşê pûç bûbû. Di vê rewşa xwe de Edith Södergran taliyê bû modernîstek xweser ku hingê kêm kes tê digihîn lê paşî wê bandorek berçav li coma wêjeyê hebûye. Edith Södergran helbestên xwe di bin bandora sembolîzma fransî, ekspresyonîzma almanî û futurîzma rûsî de jî dinivîsand û bi ziman û hunera xwe bû deng û pêşenga helbesta swêdî ya nûjen.

Yekem dîwana Södergranê li 1916 weşî. Li ser hev wê pênc dîwan hene. Helbestên Edith Södergranê ji tecrûbeyên jiyanê, ji dîtinên wê, ji xewnên wê, ji agirê gurr yê dilê wê afirîne. Êşa zirav, bêkesî, qutbûna ji mirovan û dilsariya ji hindê ku hemdemiyên wê ew fam nedikir, di helbestên wê de jî diyar e: xwestina destjêberdanê û coşa bilindtirbûna ji hemdemiyên xwe têkil dibin. "Jiyan şaşiyek germ e. Lê min tiştek dîtiye û bi rastî tê de bi ser ketime - rêya berev welatê neyî", Södergran di helbesta xwe "Welatê tune" de dibêje.

Edith Södergran di 24ê hezîrana 1923an de miriye.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Edith Södergran: Jan û jiyan (20 helbest), wergerrandin: Husein Muhammed, 2003
-