Egzîstansiyalîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Egzîstansiyalîzm, heyînparêzî, hebûnparêzî bizaveke wêjeyî ye.

Dazanîna wiha bawer dike ku li cem mirovan hebûn (mewcudîyet), berîya hilikê heye, tê û mirov, piştre helwest û tevgerên xwe, bi rêya hilbijartin û çalakîyên xwe pêk tînin. Di sala 1927an de Martin Heidegger ev bizav yekem car aniye ber çavan. Nûnerê herî sereke yê felsefeya hebûnparêzîyê Jean Paul Sartre e. Li gorî baweriya Sartre: Tiştekî ku em bikaribin jêre bibêjin "xwezaya mirov" tune ye û mirov bi dest û keda xwe, xwe diafirine û xwe destnîşan dike. Kêzik û çûk çawa bûne heyîn, wisa jî dijin û nikarin vê yekê biguherînin. Lê mirov, li xwezayê hatine avêtin û hilika xwe, bi destê xwe (bi ked, bi zanyarî û hwd.) diafirînin. Ji ber vê yekê jî divê tevgerên wan neyêtin astengkirin (sînorkirin) û divê mirov azad tevbigerin. Ango Sartre dibêje: "Mirov, mehkûmê azadiyê ye". Di bin kîjan şert û mercê de bin bila bin, em azad in û em jiyana xwe bi destê xwe diafirînin. Ji ber ku hemû kes cihê xwe (nirxên xwe, hêjahiya xwe) bi destê xwe diafirînin; zagoneka exlaqê ku em bibêjin ji bo hemû kesan derbasdar e, tune ye.

Hinek nivîskarên ku bi vê cûreyê berhem nivîsandine[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jean Paul Sartre, Albert Camus, André Gide, Samuel Beckett û Franz Kafka.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]