Elam

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Elam
Sirûd: 
Paytext

29°54'Bk, 52°24'Rh
Zimanên tên bikaranîn
  • Elamite Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 2700 (bi julianî) b.z. Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Dema hilweşînê 539 BCE (Julian) 
 •  Rûerd

Elam navê cihekî dîrokî yê li başûr rojavayê Îranê ye. Di roja me de parêzgehên Xuzistan û Îlamê, herwiha hinek erda Îraqa îroyîn jî dikeve nav vê herêma dîrokî. Di dîroka îraniyan de ev herêm girîng e. Di gelek deman de keyanî û serweriyên cuda li Elamê pêk hatine. Di dema keyaniya Elamê de paytexta wê Şuş bû, lewma piştî nivîsên diroknas Ptolemaîos ew bi giştî weke Susiana hatiye binav kirin.

Etîmolojiya nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elamiyan ji welatê xwe re digotin Haltamti[1] Sumeriyan digot Elam û Akkadiyan jî digot Elamû.[2] Herwiha di farsiya kevn de jê re Hūjiya dihate gotin ev nav bi pehlewî weke Huź hatiye bikaranîn û di roja me de bûye Xuz-istan.

Nexşeya Keyaniya Elamê

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Kent, Roland (1953). Old Persian: Grammar, Texts & Lexicon. American Oriental Series. 33). American Oriental Society. pp. 53. ISBN 0-940490-33-1.
  2. ^ Jeremy Black, Andrew George & Nicholas Postgate (eds.), ed (1999). A Concise Dictionary of Akkadian. Harrassowitz Verlag. p. 68. ISBN 3-447-04225-7.