Îran
Ji Wîkîpediya
| جمهوری اسلامی ایران Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān
|
|
|---|---|
Ala |
Mertal |
| Sirûda netewî: Sirûda Komara Îslamî |
|
| Zimanên fermî | Farisî |
| Zimanên nefermî | Kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din |
| Serxwebûn | 1 Avrêl 1979 (Sazkirina Komara Îslamî) |
| Paytext | Taran |
| Serokdewlet | Mahmūd Ahmadinejād |
| Rûerd | 1.648.195 km² |
| Gelhe | 71.208.000 (2007[1]) |
| Berbilavî | 40 kes/km² |
| Dirav | Riyal |
| Navçeya demjimêrî (UTC) | UTC+3:30 |
| Nîşana înternetê | .ir |
| Koda telefonê | 98 |
|
|
|
|
Îran an jî Komara Îslamî ya Îranê (bi farisî: جمهوری اسلامی ایران Jomhuri-ye Islāmi-ye Irān) welatekê Rojhilata Navîn e. Îran li bakur bi Ermenistanê, Azerbaycanê û Turkmenistanê re, li rojava bi Tirkiye û Îraqê re, li rojhilat bi Afxanistan û Pakistanê re û li başûr bi Kendava Farisî û Kendava Omanê re û li aliyê din ê wan herduyan re bi Kuweyt, Erebistana Siûdî, Bahreyn, Qeter, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî û Ommanê re hevsî e.
Mezhebê fermî yê Îranê Şî û zimanê fermî jî Farisî ye.
Bi dirêjahiya dîrokê rola jeostratejîka Îranê giring bûye. Sedema vê giringiyê jî cihê wê li navenda Ewroasyayê ye. Îran yek ji damezrêner û endamên Neteweyên Yekgirtî, Welatên Alînegir û Rêxistina Welatên hilberînerê Petrolê (OPEC)ê ye.
Rojhilata Kurdistanê niha ji aliyê siyasî ve parçeyek ji Îranê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne]
Peyva Îranê bi koka xwe ji peyva Aryanê re nêzîk e û ramana wê welatê Aryanan e. Hêjayê gotinê ye ku peyva Îraq anko Îrak a cîranê Îranê ye jî, bi koka xwe ve bi heman peyvê re têkildar e.
Di dîrokê da navê Aryanan û Parsiyan bi giştî ji bo wan herêman li kar bû ku niha Banî a Îranê pêktînin. Lê bikaranîna peyvên mîna Arî, Arya û Aryanayê li Îranê ji bo demên berî pêxemberê Îranî Zeradeştî tê gotin. Ev nav di Avestayê da (xeyîn ji parên ku dibêjinê Gat) hatine misogerkirin. Rengê ramana Ayîryaê tiştekê nêzîkî necîb, paqij an bilind e. Ayîrya daînhava bi ramana welatê Ariyan û Ayîryan Vaç bi raman welatê kok ê Ariyan ve girêdayî ye, ji wê hatiye.
[biguherîne] Ziman
Zimanê fermî yê Îranê farisî ye, lê kurdî, azerî, beluçî, erebî, turkmen û gelek zimanên din jî lê tên peyivîn.
[biguherîne] Erdnîgarî
Welatê Îran li navberî welatên Îraq li rojava, Tirkiye, Ermenistan û Azerbaycan li bakurê rojava, Pakistan û Afxanistan li rojhilatê, Turkmenistan li bakurê rojhilatê ye. Herwisa li bakurê Îranê gola Kaspiyen an jî Derya Mazenderan heye. Li başûrê Îranê jî Kendava Farisî û derya Omanê hene.
[biguherîne] Parêzgehên Îranê
Li Îranê 30 parêzgeh hene:
|
|
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Îran hene. |
| Dewletên Asya | ||
|---|---|---|
|
Afxanistan | Azerbaycan | Bangladeş | Behreyn | Brûneî | Bûtan | Çîn | Endonezya | Erebistana Siyûdî | Ermenistan | Fîlîpîn | Gurcistan | Hindistan | Îran | Îraq | Îsrael | Japan | Kamboçya | Korêya Bakur | Korêya Başûr | Kuwêt | Laos | Libnan | Malezya | Maldîv | Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî | Mongolya | Myanmar | Nepal | Oman | Pakistan | Qeter | Qazaxistan | Qirgizistan | Rûsya | Singapûr | Srî Lanka | Sûrî | Tacîkistan | Tayland | Taywan | Tirkiye | Tîmora rojhilat | Turkmenistan | Urdun | Ûzbêkistan | Viyetnam | Yemen |
||
Cite error: <ref> tags exist, but no <references/> tag was found