Elizabeth Taylor

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Elizabeth Taylor
Elizabeth Taylor Argentinean Magazine AD.jpg
Elizabeth Taylor di sala 1948'an de
Agahî
Roja jidayikbûnê 27.02.1932
London, Brîtaniya Mezin
Roja mirinê 23.03.2011 (bi 79 salan)
Los Angeles, Kalîforniya, DYA
Karûbar Aktrîs

Elizabeth "Liz" Rosemond Taylor an jî bi kurtî Elizabeth Taylor (27'ê reşemiyê, 1932 – 23'ê adarê, 2011) aktrîseke îngilîzî-amerîkayî û yek ji stêrkên sînemaya Hollywoodê ya herî mezin bû.

Taylor li Londona Brîtaniya Mezin ji diya xwe bûye, lê daybabên wê amerîkayî bûn û di sala 1942'yan de dema Elizabeth 10 salî bû ew birine cîhana sînemaya Hollywooda Amerîkayê. Li wira wê dest bi lîstina li fîlman kir, gelek serketî bû û rolên mezin lîstin û li ber xelkî yek ji aktrîsên herî jîrhatî û spehî û hunerwer û bi rewîşta taybet bû. Taylor wekî yek ji aktrîsên herî mezin a salên me hat hesibandin.

Liz Taylor du caran bi Oscarên "Academy Award for Best Actress" hatiye xelatkirin.

Di warê jiyana wê ya şexsî de jî gelek li ser wê hatiye nivîsandin: heşt caran şûkiriye û heşt caran berdaye; yek ji mêrên wê aktorê walesî yê navdar Richard Burton bû û Liz Taylor ligel wî du caran zewiciye. Tê zanîn ku evîna wê ya mezin Richard Burton bû. Hevaltiyeke mezin di navbera Liz Taylor û Michael Jackson de jî hebû.

Aktrîsa hêja neberdkareke ji ber lêkolîn û lêdîtina dermaneke li dijî nexweşîna AIDS'ê bû û di sala 1985'an de Weqfa Amerîkayî ya ji bo Lêkolîna li ser AIDS'ê saz kir.

Aktrîsa efsanewî ya Hollywoodê Elizabeth Taylor di roja 23'ê adara 2011'an de li Los Angelesê (DYA) çû dilovaniya xwedê.

[biguherîne] Çavkanî

  • David Crystal (1994). The Cambridge Biographical Encyclopedia. Cambridge University Press.
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawa?)
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din