Ergin Öpengin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ergîn Opengîn hat beralîkirin)
Ergin Öpengin
Jidayikbûn1985
Şemzînan, Bakurê Kurdistanê (Tirkiye)
Zimanê nivîsinêKurdî, ingilîzî, fransî, almanî, spanî, ketelanî
NeteweKurd
Tevgera wejêyîZimannas, wergêr, lêkolîner
biguhêreBelge

Ergin Öpengin, zimannas, wergêr û lêkolerekî kurd e ku di 1985an de li Şemzînanê (Bakurê Kurdistanê) hatiye dinyayê.

Perwerde û karê zimannasiyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ergin Öpengin di 1985an de ji dayik bûye û xelkê Şemzînanê ye. Piştî lisansa perwerdeya ingilîzî li Zanîngeha Bosforê (2007), dereceyên master û doktoraya zimannasiyê li zanîngehên Rouen (2009) û Sorbonne Nouvelle-Paris 3 (2013) wergirtin. Li zanîngeha Bamberga Elmanyayê lêkoler e û ji îlona 2019an û pê de wanebêjê Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê ye[1].

Berhem û xebatên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rewşa kurdî ya sosyolenguistîk li Tirkiyeyê. Avesta, 2011
  • Tir û armanc: Gotarên rexneyî li ser edebiyata kurdî ya modern. Peywend, 2014. Ergin Öpengin hevedîtorê li gel Remezan Alan e.
  • Kovara lêkolînî ya Derwaze. Yek ji edîtorên kovarê ye.

Çendîn pirtûk ji ingilîzî û tirkî wergerandine kurmanci û tirkî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Kurdên Sûriyeyê: Gelekî jibîrkirî, Kerim Yildiz, 2009.
  • Yaresan: Bir Kürt Cemaatinin Sosyolojik, Tarihsel ve Dini-Tarihsel İncelemesi. Reza F. Hamzeh'ee, 2009.
  • Kurd û Kurdistan. Arshak Safrastian, 2007.

Dîwana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Çend danên hişyar (2018).

Wergerên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Birqên Direxşan (Illuminations, Arthur Rimbaud). Wergêr: Ergin Öpengin, Weşanxaneya Avesta
  • Serpêhatiyên Tom Sawyer (Mark Twain). Wergêr: Ergin Öpengin, Weşanxaneya Avesta
  • Neteweyên kêmîne di serdema nedîyariyan de li ser federalî û cihêrengîneya neteweyî (Minority Nations in the Age of Uncertainty: New Paths to National Emancipation and Empowerment, Alain-G.Gagnon). Wergêr: Ergin Öpengin, Weşanxaneya Lîs
  • Dayîka Wêrîn û zarokên wê (Mutter Courage Und Ihre Kinder, Bertolt Brecht). Wergêr: Erfan Cantepe, Ergin Öpengin, Hekîm Kiliç, Weşanên Bgst, Çapa Yekem 2008.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]