Federico García Lorca

Ji Wîkîpediya

Federico García Lorca, bi kurdî mîna Lorka tê naskirin, li bajarê Fuente Vaqueros ê herêma Granada (Spanya), di 5ê hezîrana 1898an de hatiye dinê û di navbera bajarên Víznar û Alfacarê (Granada) de li 18ê tebaxa 1936an ji destê faşiyan hate kujtin.

Ew helbestvan û şanonivîsekî spanî ye. Federico García Lorca nîşana azadiyê ye, him wek mirov û him jî wek nivîskar û helbestvan.

Piştî êrîşa leşkerê faşî yê Franco (Franko) ser Komara qanûnî ya Spanî di havîna sala 1936an de lêgêrîn û kujtina rewşenbîr û pêşêngên Komara Spanî destpê kir. Wextê leşkerê Franco ket ser bajarê Granadayê Lorca hate girtin û dan ber gulleyan. Lorca ji ber spartina rêxistina Frente Popular a Komara Spanî û ji ber sedema homoseksûelbûna wî hate kujtin.


[biguherîne] Dîwanên wî

[biguherîne] Şanoya wî


[biguherîne] Çavkanî

Manuel Ruis Amezcua (1997). Federico García Lorca. Antología esencial. Octaedro, Barcelona.

Federico García Lorca. Selected Poems. (1997). Pinguin Books, London-New York-Victoria-Toronto-Auckland.