Ferit Karahan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ferit Karahan
Jidayikbûn4'ê nîsana 1983an
Esilkurd
HevwelatîTirkiye
DestûrnameZanîngeha Marmarayê, Beşa Elektrîkê
PîşeDerhêner
senaryonivîs
HevjînGulistan Acet
XelatXelata Pirteqala Zêr (Derbûyina Ji Bihûştê, di sala 2013'an de)
biguhêreBelge

Ferit Karahan (z. 4ê nîsana 1983an Mûş), derhêner û rexnegirê sînemayê û senaryonivîsê kurd e.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

D sala 2006an de ji beşa elektrîkê ya Zanîngeha Marmarayê ya li Stembolê mezûn bûye. Di dema xwendekariya xwe ya li Stenbolê de ew ji bo temaşekirina filman diçe BEKSAVê û li wir bi bandora temaşekirina filmên Tarkovskî biryara xwe dide ku bi sinemageriyê re mijûl bibe û bi vî awayî dest bi kursa sînemayê dike. Pêşî di Roj Tvyê de li ser arkeolojiya medbexa kurdî bername çêkirin. Wî di sala 2005an de bi kişandina kurtefîlmên Fotofobî û Analog dest bi kariyera xwe ya sînemayê kiriye. Di sala 2010an de bi navê Beriya Tofanê kurtefîlmek çêkir û ev film diyarî giyanê keça kurd Ceylan Önkolê û hemû zarokên mexdûrên şer kir.[1] Bi vê filmê navê Ferît Karahan li cihana sînemayê belav bû. Ev fîlm beşdarî gellek festîvalên neteweyî û navneteweyî bû û ji van festîvalan hinekan xelat wergirtin. Yekemîn filmê wî yê metrajdirêj ê bi navê "Derbûyina Ji Bihûştê" di 50emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Antalyayê de wek filmê herî baş hat hilbijartin û xelata Pirteqala Zêrîn bi dest xist.[2] Ji sala 2002an heta 2006an derheqê semiyotikê de lêkolînan kiriye û di hin rojname û kovaran de rexnegiriya filman kiriye. Niha di kompanya FK Fîlm de wek derhêner û çêker dixebite.

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Metrajdirêj[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2013: Derbûyîna Ji Bihûştê; Derhêner, Senarîst, Çêker[3]
  • 2009: Press; Alîkarê Derhêner[4]

Kurtefîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2011: Xewna Yûsiv
  • 2010: Beriya Tofanê
  • 2010: Welatê Milyarderan
  • 2006: Mal an jî Heft Rojên Salo
  • 2006: Bûrjûwazî, Xwarinek û Piştî Wê
  • 2005: Analog
  • 2005: Festîvala Kurtefîlman ya Gerdûnî
  • 2005: Foto Fobî

Girêdanên Derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]