Fidel Castro
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Fidel Alejandro Castro Ruiz siyasetmedar û şoreşgerê kûbayî, di 13'ê tebaxa 1926'an de li bajarê Birán ê Kûbayê ji dayîk bû.
Ew bi tevî Che Guevara, li dijî rêvebiriya dîktator Batista, tevlî têkoşîna Rizgariya Kûbayê bû. Salên dirêj di nava şerê gerîlayê de cîh girt. Piştî rizgarbûna Kûbayê bû serok û heta meha sibata 2008'an li ser kar ma.