Frits Zernike

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Frits Zernike

Frits Zernike (jdb. 16ê tîrmeha 1888an li Amsterdam; m. 10ê adara 1966an li Naarden) fizîknasekî Hollandî bû.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji şeş xûşk-birayan ê duyem bû. Di piçûktiya xwe de bala xwe berdida bûyerên xwezayî û ev yeka han bi mezinbûna wî re dibû sedem ku ew fîzîk û zanînên xwezayî fêrbibe. Mixabin bavê wî ew dişan dibistana Grekî û Latînî fêrdikir.

Lê ew bi destpêka zanîngehê re, digihîşt armanca xwe. Li Amsterdamê perwerdeya kîmya, matematîk û fîzîkê dît. Sala 1920î dibe profesorê matematîk û fîzîkê. Du caran evînmarî dibe (dizewice). Birayek wî jî profesorê fîzîkê bû. Sala 1953î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zernike keşfa galvanometreyê dike ku di sala 1920î de hilberîna wê tê kirin. Sala 1930î bi giranî bala xwe berdide optîkê û mîkroskopekî têr bi kontrast çêdike. Bi destpêka şerê cîhanî yê duyem û dagirkirina Hollandayê ji aliyê Almanya ve, bo Almanan bi mecbûrî leşkeriyê dike. Li leşkeriyê herwiha gelek keşfan bo artêşa Almanan dike.

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xelat û payeyên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]