Georges Charpak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Georges Charpak sala 2005

Georges Charpak (* 1'ê gelawêjê 1924 li Dabrovica, Poland, îro Ûkrayna; † 29'ê rezberê 2010 li Parîsê) fîzîknasekî fransî yê bi eslê xwe polonî ye ye. Sala 1992Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Di malbatekî cihû de hatiye jiyanê. Navê wî yê zaroktiyê Jerzy bû. Malbata wî di heft saliya Jerzy de, koçberê Fransayê dibin. Bi destpêkirina şerê cîhanê yê duyem û dagirkirina almanan a Fransayê re, rewşa cihûyan jî dikeve xetereyê. Sala 1943'î Georges Charpak tê girtin û ji aliyê nazîyan ve bo kampa tunekirinê ya Dachau tê şandin. Sala 1945'î bi xelasbûna şer re ji mirinê difilite.

Sala 1948'î dibe endazyarê dewlemendiyên bin erdê. 1954'î de doktoriya xwe ya fizîkê bidawîdike. Keşfa dedektorên parçeyên mîkro dike. Bi zexmî piştgiriya enerjiya nûklear dike.


Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)