Girê Mêhrav

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Girê Mêhrav li gundê Zivinga Şikaka ye. Ev gund girêdayî Findka Bohta ya Şirnexê ye. Girekî bilind e. Nav serê gir hemû şkêr e. Şûnwarê kelehekî kevnare ye. Dîsa serê gir bûye daristanek ji dar berû, dar ben, gihûj û bilalûkan. Li ser serê gir goristaneke kevnare heye. Hawîrdora vê goristanê bi keviran hatiye diwar kirin. Di nav vê goristanê de kê/kî heye ez nizanim. Tişta ku dizanim ev der li cem gundê Zivinga Şkaka û hemû gundên dewrober Pîroz e. Demê ku mirov li ser serê vî girî raweste li derdur temaşe bike kîjan dever dixwiyên em bibînin: Gir raserî deşta Harûna ye. Heyanî binxetê mirov dikare bibîne. Binê gir zinar e, asê ye, teht e. Ev teht jî çep û rast bi hev ve girêdayîne. Aliyê rastê de Deriyê Ga, Girê Pirt û heyanî Geliyê Pavan. Ji aliyê çepê de jî Keleha Findikê heye. Ji wê pê de jî kendal û kendal e.

Mirovên nêzîkî Girê Mêhrav demê ku dikevin tengasiyê hawarê ji girê mêhrav dixwazin: ’’ya girê mêhrav’’. Di wê baweriyê de ne ku ev girê pîroz wana ji bela û teşqelan biparêze. Li gor baweriya gel; dibêjin şêx û meşayîx li wir hatine cem hev û bi hev şêwirîne. Bi hev re xarine û vewxarin e. Li vê derê ‘mehrav girêdane’ anku civata şêwrê danîne. Li ser vê baweriyê gundiyên Zivinga Şikaka jî her payîzê serê malê giskekê dikin qurban. Ji şêwazê vê qurbaniyê re jî dibêjin zêw. Roja zêwê ji bo xatirê Qencên li Girê Mêhrav her malek giskê ku serjêkirî dikelîne û digel çend sînî xarinên din û kevçik jî pê re amadekirî, dibe hewşa mizgeftê. Gundiyên hazir bi hev re di heman hewşê de û li ser heman sifrê xarina xwe dixwin. Zelam li milekê, zarok jî li milekê kevçikên xwe li ser sîniya savar û birincê dihejanin!

Peyva mehrav dikare bi çend şêwaza were nasandin. Dibe ku ereb û fars jî li gor xwe wate jê re bibînin. Lê ev rastiya wê ya kurdî naguhere. Ger mirov lêhûr bibe bi asanî dikare pirwateyiya vê peyvê bibîne: Mehr tê wateya navê mehekê ji dazdeh mehên salê. Her wiha peyman û sonda hevrebûnê ya di navbera jin û mêr de ye.Di kurdiya kevin de hem navê heyvê ye hem jî mihebbetê ye. Li gor van wateyan; civatgirêdana li bin siha heyvê de û bi avê hatî jiyandin. Mehr û av, meh û av.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bikarhêner Muhsin Özdemir