Giraniya atomê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Giraniya atomê an jî giraniya gerdîleyê (Îngîlîzî, atomic mass), ji bo giraniya atomê Elementa di Kîmya de tê bikaranin. Giraniya atomê relatîv(relative atomic mass ) ji bo atomê xweza de li izotopekê pirtir hênê tê bikaranîn, gorî rêjê hebûna wan tê hejmmartin.

Îroj giraniya atomê gorî ber hev dane giraniya karbon-12 tê hejmartin. Giraniya 6.021023, ango molak û Hêjmara Avogadro tê gotin, atomên C-12 12 gram e. Giraniya atomên din jî gorî C-12 tê hejmartin. Molak pêze, bi gelemperî, qasa giraniya atomê lê pêk hatî dihêwirinî ye. Wekok giraniya atomê hesin 55.847 û molak atomê hesin jî 55.847 gram dibe.

Li ser Giraniya atomê herî pêş de John Dalton xebitî û di 1805an de giraniya atomên Hidrojenê 1 hel girt. Li paş wî re Jean Stas di 1865an de giraniya atomê Oksijen-16 ê 16 hel girt. Ji bo Oksîjen du Îzotopan xweya din bi O-17 û O-18 heye ew sedema du hejmertinê ciyawazî di bû. Di 1961an de International Union of Pure and Applied Chemistry (IUPAC)(Yekitiya navnetewiya kîmya bingehî û nerîtî) C-12 ji bo Giraniya atomê hel girt. Gorî wan her sê hejmartinan giraniya Oksijen, Karbon û Hidrojen wiha dibe;

hel girtina H = 1 hel girtina O = 16 hel girtina 12C = 12
Hîdrojen 1,000 1,008 1,008
Oksîjen 15,872 16,000 15,999
Karbon 11,916 12,011 12,011