Element
Ji Wîkîpediya
Hîmanê kîmyayî anko Element coreyekê atomê ye ko li goreyê hijmara atomî anko hijmara protonan di navoka atomê da dihêt pênasekirin. Peyva hîman anko element ji wan keriste anko maddeyan ra jî dhêt gotin ko tenê ji yek coreyê atomên xwedîyê yek hijmara atomî pêkhatibe.
Heta sala 2007ê tenê 117 hîman hatine niyasîn û ji wan jî tenê 94 bi awayekê xweriskî li ser rûyê Erdî peyda dibin. Mînakên herî berçav ên hîmanan hîdrojên, nîtrojên û karbon in. Hîmanên ko hijmara atomî a wan ji 82ê mezintir bit (anko bîsmût û bejortir) bi awayekê hundirîn ne xwedî tebat in û tîrêjçalakane (bi awayekê radiyoaktîv) ji hev hildiweşiyên û namînin. Bi ser wan ra jî, hîmanên 43ê û 61ê (teknetyûm û prometyûm) jî çi îzotopên tebitî nîne û ji hev hildiweşiyên. Lê dîsa jî hîmanên heta hijmara atomî ya 94ê ko çi îzotopên tebitî nîne jî bi awayekê xweriskî dihên dîtin. Ew ji hevhelweşiyana atomên netebitî yên girantir ên mîna uranyûm û toriyûmê peyda dibin.
Heyam heyam hîmanên nû yên ko bi awayên destkir ji karvedanên navokî peyda dibin dihên vedîtin.

