Gurdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dîmenek ji artêşa Çînê

Gurdan, batalyon, sedpola navê yekîneyeke leşkerî ye. Ji heng (artêş)ê biçûktir, ji liqê (kompanî) mezintir e.

Di tevahiya cureyên artêşê de gurdan tên sazkirin. Fermandarê gurdanan sedvan (sitwan) e. Jê re serpelê gurdanê jî tê gotin.

Berê gurdan ji sed eskeran pêk dihatin. Ji ber wê ji fermandarê wan re sedvan ango serê sed kesan hatiye gotin. Gurdanên artêşên nûjen ji 60 - 250 eskeran pêk tên.

Artêşên nûjen ji komên operatîv pêk tên. Yekîneya herî biçûk jî dikare tevahiya cureyên çekan bikarbîne. Herwiha rêxistinîbûna artêşek jî li gorî pêdiviyên şer dikarin bên guhertin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: gurdan – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir