Hîmqanûn
Ji Wîkîpediya
Hîmqanûn pergaleka desthilatdariyê ye ko di pirraniya rewşan da wekî belgeyeka anko dukomenteka kodkirî qaîde û binemayên karkirina hebûnên siyasî yên xweser diyar dikit. Jibo hukmet û dewletan, hîmqanûn bi awayekê nemazeyî qanûneka serekî ye ko bi giştî siyasetên bingehên yên welatî diyar dikit û nijar, destajo (procedure), desthilat û erkên hukmetê dadirêjit.