Dîrok

Ji Wîkîpediya

Dîrok (mêjû, tarîx, vekolîna zanistî ya zemanên berê anku demên borî ye.

Ji vekolîna zanistî ya bûyerên demên borî re herwiha dîroknasî (dîrokzanî, dîrokvanî) jî têt gotin. Pisporên dîrokê dîroknas (dîrokzan, dîrokvan) in.


Tabloya Naverokê

[biguherîne] Peyva "dîrok"

Du teorî li ser etîmolojiya peyva dîrok hene. Li gor yekê ji wan peyva dîrok ji gotina "dûr" têt ku di hin zaravayên kurmancî de wek "dîr" yan "dwîr" têt gotin. Teoriya din bawer e ku "dîrok" ji gotina "çîrok" hatiye.

Ji van herdu teoriyan, ya têkiliya "dîrok"ê û "çîrrok"ê disepîne ihtimaltir ji ber ku peyva "hîstorî" jî di gelek zimanan de hem têt wateya dîrokê û hem jî çîrrokê.

Mêjû bi taybetî di soranî de têt bikaranîn û ji peyva "mêj" e ku têt wateya demek dûr berî niha.

Tarîx ji erebî û hîstorî ji yewnanî ye.


[biguherîne] Dîrok wek çeqek zanistê

Mirov bi nerîna li pirtûkan, rojnameyan, nameyan, nîgaran û tiştên wek wan jê agadar bibe ka di dîrokê de çi qewimiye. Ev dîrok wek dîroka nivîskî têt nasîn.

Lê dîrok ne tenê bi berhemên nivîskî ve girêdayî ye. Di nav gelek gelan nivîsandin pir kêm hatiye bikaranîn, loma dîroka wan bi pirranî di çîrokbêjî û dengbêjiya wan da ye. wê demê dîrokê re dibêjin dîroka devkî.


[biguherîne] Dîroknasên pêşîn

Bi gelemperî Herodotusê yewnanî (n. 484 BC- 425 BZ) wek bavê dîroka nivîskî ya cîhanê têt nasîn.

Yekem kesê ku dîroka kurdan bi berfirehî nivîsiye Şerefxanê Bedlîsî ye.


[biguherîne] Sinifandina çeqên dîrokê

Ji ber ku dîroka zanistek pirr berfire ye, pirraniya dîroknasan û berhemên wan li ser beşek dîrok radiwestin.

Dîrok dikare li ser van beşan bêt parvekirin:

  • kronolojî (li gor serdeman yan demê)
  • cografî (li gor herêman)
  • welatî (li gor welatan yan dewletan)
  • neteweyî (li gor gelan yan miletan)
  • mijarî (li gor mijarekê anku babetekê)


[biguherîne] Dîrok û pêşdîrok

Pêşî dîrok tenê ji berhemên nivîskî û ji gotinên devkî dihat berhevkirin. Lê piştî pêşketinên zanistî, bi taybetî di warê arkeolojiyê de, dîroknas dikarin ji serdemên hê nivîsîn peyda nebûbû jî agahiyan wergirin. Ev yek bi taybetî bi vedîtina gor û nîgarên serdemên kevnare gengaz e.

Ji vê dema berî peydabûna nivîsînê re bi gelemperî navê pêşdîrok hatiye dan.


[biguherîne] Dîroka cîhanê



[biguherîne] Dîroka Kurdistanê]]

Li kategoriya "dîrok" jî binêre.

Zimanên din