Hannes Alfvén

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hannes Alfvén

Hannes Olof Gösta Alfvén (z. 30'ê gulanê 1908 li Norrköping; m. 2'ê avrêlê 1995 li Djursholm) fizîknasekî swêdî bû. Ji ber xebat û îcadên wî yên di warê magnetohîdrodînamîk û fîzîka plazmayê, sala 1970'yê guncavê Xelata Nobelê ya Fizîkê tê dîtin.

Jiyan[biguherîne]

Dê-bavên wî Johannes Alfvén û Anna-Clara Romanus, herdu jî bijîşk bûn. Apê wî Hugo Alfvén komponîstekî navdar bû.

Ji sala 1926'ê ve Alfvén perwerdeya fîzîk û felsefeyê dibîne, 1934'ê payeya doktoriyê digire. Sala 1937'ê li înstîtuta Nobelê ya bo teknolojiyê wekî profesor dest bi kar dike.

Sala 1935'ê marî dibe (dizewice), pênc zarokên wan dibin.