Fizîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Fîzîk hat beralîkirin)

Fizîk (grekî φυσική, fyziké "a xwezayî") zanistek siruştî ye, ku zagonên bingehînên xwezayî, her tiştên ku xweza bi wan ve ava bûye û bandorgewrînên wan li ser hev lêdikole. Fizîk hem bi gewşîn û helwestên bûjen û zeviyan ve, di dem û cîh de, û hem jî bi avahiya dem û cîh ve dikeve. Fizîk xwezayê bi awayê jimarî, bi modelên siruştzanistî, ango teoriyan şîrove dike. Herwiha dikare texmînan li ser gewşînên pergalên tên temaşekirin, bi dest bike. Ji bo vê yekê zimanê matematîkê bikartîne.[1]

Dîroka fizîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Rêbazên fizîkê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fizîka ceribandinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wek ji navê wê tê têgihîştin, di navenda fizîka ceribandinê de ezmûn heye. Bingeha emzûneka fizîkî nirxandina gewşînên pergaleka hatiye amadekirin bi jimaran e. Ev nirxandina jimarî bi pîvanê tê darxistin.Di pergalên emzûnan de gewşînên dembende (dînamîk) an yên demazad (statîk) tên pîvan.

Fizîka teorîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Erka fizîka teorîk zivirandina modelên emzûnî, yên fizîka ceribandinê, li ser teroriyên bingehîn ên nas, an li ser gumanên bingehîn (hipotez), yên herjimareka dengaz-hindiktirîn bi matematîkê ye. Ji wir wê de, ji modelên êdî nas jî rawêj, ên dikarin werin nirxandin, dardixe.

Fizîka matematîkî û fizîka bikaranînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fizîka matematîkî dikare wek şitleka fizîka teorîk were dîtin. Tenê di bikaranîna modelan de ji hev cihê ne. Fizîka teorîk matematîkê wek zimanê fizîkê bikartîne, a matematîkî ji modelên fizîka teorîk pergalên matematîkî dardixe.

Encamên lêkolînên fizîka bikaranînê jî di qadên nefizîkî de cîh digrin, wek teknîk, elektronîk.

Fizîka kompûterî (sîmûlasyon)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi pêşveçûna zanista kompûterî û, bi wê bende, bi xurtbûna pergalên kompûterî bikaranîna kompûteran bû rêbazeka girîng a fizîkê. Fizîkzanên komputerî ne bi tenê teorîvan, ji ber ku ew bi simulasyonan teoriyan diceribînin û ne jî bi tenê emzûnvan in, ji ber ku ceribandinên wan tenê di xwejimêran de dimeşin. Di her herêmên fizîkê de simûlasyon cîhekî pirr mezin digire.

Mijarên fizîka nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teoriya relatîvî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Teoriya relatîvî ji Albert Einstein (wek Albert Aynştayn bixwîne) hat avakirin. Têgihîştinek bi bingeh ve nû ji bo dem û cîh anî. Dem û cîh ne tiştên gerdûnî ne. Ji bo her temaşevanek navberên demî û cîhî ji hev cûda tên dadkirin. Sê dîmenziyonên cîh û dem bi hev re dihelin û dibin çar dîmenziyonên "cîhdem". Hêza giraniyê ji xwarbûna demcîh peydah dibe. Sedema xwarbûna demcîh jî hebûna laş û hêz e. Bi dîtina Einstein laş û hêz yek tişt in.

Çar hêzên bingehîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Hêza giraniyê
  • Hêza elektro-magnetî
  • Hêza jar
  • Hêza xurt

Armanceka fizîkê ew e, ku formuleke gelerî, ku bikari be ev her çar hêzan di formulekî de yek bike, (formula cîhanê) were dîtin. Heta niha tenê hêza karebar û hêza magnetî hatin yekkirin. Her du hêzên dendikî (ên atomê), a jar û a xurt, û a karebar (elektro-magentî) jî di formula "super symetry" de hatine yekkirin. Lê di raya giştî a fizîkzanan de hîn bi tevahî nehatiye pejirandin. Serêşa herî mezin, di vî warî de, hêza giranî derixe holê. Ji ber ku, li hember hêzên din, hêza giranî zaf nimiz e û di derdora laboratorkî de nikare were pîvan û herwiha yekkirina wê bi hêzên din ve pirr dijwar e. Di "teoriya string" (string = ta, bend) de, bi taybetî jî "teoriya M" de, tê gotin, ku bûjen ji stringan, ango ta, cêkirî ye. Ev string ji perçên atomî ên nas zaf piçûktir in (10-35 m) û yek dîmenî ne. Teoriya (super-)string gerdûneka yazdeh dîmenan dipejirîne.

Ji ber dijwariya îsbatkirinê ev û hin teoriyên din di raya giştî a fizîkzanan de hîn rûneniştine.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîferheng Wîkîferheng: fizîk – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir