Hapsa Xan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hapsa Xan
Hapsa Xan
Jidayikbûn1881
Mirin1953
EsilKurd
PîşeMamoste
biguhêreBelge

Hapsa Xan (jdb. 1881 li Silêmanî, Başûrê Kurdistanê – m. 1953) yekemîn mamosteya jin a zimanê kurdî ye.

Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hapsa Xan di sala 1881ê de wek keça malbata Xan a navdar li Silêmaniyê jidayik bû. Bi mezinbûna xwe ew digel Şêx Qadir re (ku birayê Şêx Mehmûd e) zewiciya û bû bûka malbata şoreşger a wê demê. Tê bawerkirin ku Hapsa Xan yekemîn jin bû ku bal kişande ser girîngbûna perwerdehiya jinan û vê yekê wek gaveke girîng ji bo azadî û serxwebûna gelê kurd anî ziman.

Wê di nava rêveberiya serbixwe ya Şêx Mehmûd a salên 1920'î de cih girt û piştgirî dabû mîsyona neteweyî. Herwiha, wê yekemîn rêxistina jinan a kurd ava kir û ev yek bûbû mînakek bo rêxistinên din ên jinzn li hemû Iraqê. Bi taybetî di mijarên serxwebûn û perwerdehiya jinên kurd de wê roleke gelek girîng lîstiye.

Di pirtûka Susan Meiselas a bi sernavê "Kurdistan in the Shadow of History" de wênekêşa elman Lotte Errell behsa wê dike û dibêje Hapsa ew jin e ku gava dikeve hindurê malê, hevjînê wê radibe ser piya.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Susan Meiselas (1997). Kurdistan: in the shadow of history. Random House, New York.