Heban

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heban ji eyarê mih û bizinan e. Piştî guranê eyar ji ser goşt dirakin bê ku bikelêşin. Heft rojan dixin nav gemarê (kilê berû û qaşûlê berûwan, rayên xernûfê, qeşûf, qaşûlên hinaran, xwê, tirafa darên berûwan).

Piştî heft roj derbas bûn ji gemarê derdixin, dişon û paqij dikin û çend rojan didin tavê tanî ziwa dibe. Piştî ziwakirinê, bi darekî gurover dihesikînin û difirkînin tanî spî dibe.

Lingan girê didin û qûtê malê dixinê.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Dimso, "Çend destkarên kevin ji civaka kurdan". Kovara Stêr, 19 (1991).