Hemdîn û Şemdîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Serpêhatiya Hemdîn û Şemdîn, di folklora kurdî de cihekî xwe yê taybetî heye û gelek jî nav û deng daye. Navenda wê serpêhatiyê, li Zozanê Şerefdînê bûye. Mixabin dema wê ne diyar e.

Serpêhatiya Hemdîn û şemdîn, tenê bi stiran hatiye peyitandin û heta îro domandiye. Îcar heçîka bûyer in, ew bi stiranan rind nayêne fêmkirin û ne jî têne zêrûziberkirin. Lê di vê stirana Hemdîn û şemdîn de ku ji devê dengbêjê nemir Rifhetê Darê hatiye gotin, du serbenên diyar hene ku mirov dikare bi wan tarîxa wê derxîne holê. Tê de axaftineke wisan dibihure: ”...Em ê herin, pêşî em ê bavêjine ser Cebirkên Şemera (eşîreke Ereb) û piştre jî ser Qeregêçiyan...”

Zozanê şerefdînê yê bi navûdeng, ku devera şênî û şadiya xwezayê, serbilindiya zindî û ganiyan, şûna devçêra cûrbicûr sewalên çarpê û yên firende, têrkiroxê mirov û mirovatiyê bû, bi rengdarî xwe li rajêra Firatê menşûr cîwar kiriye. Serekî xwe bi aliyê başûrê rojavayê welatê xwe ve dirêj kêşaye û serê din jî bi aliyê bakûrê rojhilata welêt ve... Ji sertaca xwe ya zêrîn gelek şax, mil û terrîşk berdane ber bi aliyan ve, li navsera xwe ya bilinciyê gelek kanî û kanîsarik zêyandine. Li hin deveran goline piçûk û li hin hindaman ên mezin pingar vidane ku wî ew kirine şênîka dilên xemgînan, şadiya dilên bengiyan û şabaşa perestinvanan. Li jêra xwe sê deştên pîroz jî viraxistine holê û ew bi navê Deşta Bîngolê, Deşta Dara Hênê û Deşta Çilkaniyê bi nav û nîşan vijandine. Wek kîlera jiyanê jî ew bi dayîneke zêdetir bo xwirê ganiyan miştemal û serqûç hiştine.

Zozanê Şerefdînê xwe li wê herêma welêt kiriye bîbika çavên çiyayê Dara Hênê û yê Bihngulê. Ne tenê ji bo herduyan, xwe ji hemû herêm û zozanan re kiriye taca şerefê, serfiraziya namûsê, textê keywantî, bext û rext û xweşiya jiyanê. Herweha pozê xwe yê bilind jî gihandiye radeya 3250 metreyan û hin caran xwe di nava ewrên sipî re dibihurîne, digehine nêzî asîmanê qal ê gûnzîvîn û radikêşîne.

Ehmed Axa û Hiseyn Axa bira bûne. Zozanê Şerefdînê di destê wan de bûye. Ehmed birayê Mezin bûye, Hiseyn jî yê biçûk bûye.

Şendîn kurê Ehmed Axa bûye, Hemdîn jî kurê Hiseyn Axa bûye. Di bin desthelatiya herdu bira de, 21 herêmên cuda hebûne. Mezinê her herêmekê, axayek bûye.

Bi fesadî û gelaciya Tahir Begê, Ehmed Axa birayê xwe Hiseyn Axca bi rima dozdehmovik kuştiye. Piştre Tahir Beg digel wan axayên din, Hiseyn Axa ji Zozên derxistine. Heta ku Hemdîn û Şemdîn mezin bûne û dîsa Zozanê Şerefdînê bi şûnde vegirtine.

Ev destan ji aliyê Zeynelabidîn Zinar ve wek pirtûk bi navê Hemdîn û Şemdîn [1][girêdan daimî miriye] hatiye nivîsandin û di 1998an de li Swêdê ji aliyê weşanxaneya PENCINARê [2] ve jî hatiye weşandin.