Hormon
Hormon (bi grekî tê wateya livandin) avzêyek e, ya ku di hundirê toşbiyên cuda de tê çêkirin û mîna "peyambereke" biyokîmyayî ya aloz a navbera organên cuda de ye. Hemû organîzmên pirşaneyî hormonan çêdikin û derdikin bi tebabine hindik gor pêwîstiya van organîzman di livikên (toşbiyên, kilîzên, hilhilankên) wan de ji bo erkine zîndî û metabolîzmê pêşkêşî laşê dikin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Organên hormonçêker
Di bedena mirovî de organên herî girîng ên ku hormon çêdikin toşbiyên avzêker ên hundir an jî toşbiyên endoktrîn in, mîna hîpofiz, toşbiya pîneal ("gûzika sinoberê"), toşbiya tîroîd (zençelok), toşbiya paratîroîd, toşbiyên bergurçik, pankreas (şêlav) û toşbiyên zayendî yên batî û hêkelê. Hormon di zik û ruvî de jî tên avzêkirin. Di giya û xaka organogen de jî hormonên cuda hene, mîna fîtohormon, auksîn, heteroauksîn û biyos.
[biguherîne] Erka hormonan
Hormon wek "nîşander" kar dikin û li xwîn û tevnan tên derkirin; bo mînak mirov çaxê tirsandinê û hirsbûnê li ba wî şaneyên rehî hormanan xurt derdikin wek hormonê adrenalînê. Her hormon çerxa xwe yê jînê heye û her yek di erkê xwe de kar dike û kêmbûnê hormonan gelek nexweşî û heta mirinê çêdike. Hormon di hindurê xwînê de têne derkirin bi riyê livikên (toşbiyên) taybet bi livikên kerr (endokrîn) tên navkirin wek livika hîpofîzê, ya ku fermanan dide livikên din û hîpofîz livikeke gelek biçûk e di hindurê mêjî de cî digre. Ji hormonên ku hîpofîz derdike hormonê mezinbûnê bo laşê mirov.
[biguherîne] Nimûneyine hormonan
Xencî vê hormonê pir cureyên din hene wek hormonê însulîn; hormonên zayendî wek testosteron li ba mêran (di batî de) û progestron, estrocîn, îstradiyol li ba jinan (di hêkelê de), yên ku erkên xwe rûdemên psîkolojî, seksî û laşî ku mêr ji jin nêvnas dikin; hormonên livika tîroîd (livika zençelok, T3); glukagon di pankreasê de; adrenalîn di livika bergurçikan û şaneyên kromafîn de; somastatîn ji "giravên" anku komikên Langerhans û hîpotelemûs; aldosteron ji qeleşa bergurçikan; paratroîd ji livika paratîroîd (PTH); tîroksîn; prolaktîn di livika hîpofîzê hindur de; melatonîn ji livika pîneal (sinoberî); sêrotîn ji şaneyê entrokromafîn; noradrenalîn; dopamîn di hîpotelemûsê de; entîmiyolarîn di şaneyên sêrtolî yên batî de; enciyotansîn di cîgerê de; erîsopiyatîn di gurçikan de; gestrîn; gerlîn di ûr de; înhîbîn di batî de; kolesîtokînîn û sêktrenîn di danzdehgirê de; kalosîtonîn di livika tîroîd de; antropetînîn di dil de; liyokotrînis di şaneyên xwîn yên sipî de û pir hormonên din.