Hormona paratîroîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Parathormon bandor li ser rêkxistina kalsiyuma xwînê dike

Hormona paratîroîd (PTH), navê din ê vê hormonê parathormon e.[1] Ev hormon di rijênê paratîroîd de tê berhemkirin. Rijênên paratîroîd çar heb in û li pişt rijênê tîroîdê cih digirin. Gava di nav xwînê de mêjera îyonên kalsiyumê kêm dibe, derdana kalsîtonîn tê rawestin. Ev rewş bandor li ser rijênê paratîrod dike. Rijênê paratîroîd PTH berhem dike û der dide nav xwînê. Bi hebûna PTH, hinek ji kalsiyumên di nav hestî de embarkirî, derbasê nav xwînê dibe. Hormona paratîroîd wekî hormonek hander li ser gurçikan bandor dike ko gurçik ji vîtamîna D yê hormona kalsîtîrol berhem bike. Ev hormon zorê dide xaneyên rûviyan ko hê pirtir kalsiyuma nav xurekan bimijînin û bigirin nav xwînê.[2] Her wisa PTH bandor li ser gurçikan dike, kalsiyuma bi mîzê ve hatiye parzûnkirin cardin ji lûleyên mîzê de tê mijandin û tevlê xwînê dibe. Bi hebûna hormona paratîroîde mêjera kalsiyuma xwînê bilind dibe û digihîje asta asayî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Encyclopædia Britannica, Parathormone
  2. ^ Endocrine Society, What is Parathyroid Hormone?