Hestî
Ji Wîkîpediya
Hestî (carina jî, hestû) an hêstik (bi latînî: os) kelexê barhêl e, ko karê wî rahiştina laş e. Hestî kelexê di skeletê laşê mirov û kakerîkê de ye. Kakerîk bi dawiya hin hestûyan ve, di zengelor û di guh de ye. Hestî ji hemû kelexên din hişktir e. Ko mirov ber bi kalbûnê ve diçe hestî pûç dibin û zûtir dişkin.