Jûl

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Jûl an jî joule yekîna SI ya enerjî ye. Ev nav jibo rêzgirtina li fizîkzanê navdar James Joule hatiye danan. James Joule gelek li ser havildariya germa, kareva û karê mîkanîkî kar kiriye.

[biguherîne] Pênase

Yek jûl (joule) enerjiyek e ko dihêt mezaxtin an pêdivî ye ko bihêt mezaxtin da hêzeka yek niyotonî keristeyekî yek metirê di rasta hêzê da bilivînit. Bi yekînên bingehî yek jûl (joule) ev e: yek kîlogram caran metir² dabêşî sanîye².

Di karevayê da, her jûlek ev e: karê pêdivî jibo veguhastina yek kûlombeka barê karevayî di cidatiyeka potansiyela yek voltî da.

Ramaneka dî ya jûlê karê pêdvî jibo berhemanîna xurtanîyeka yek watî bi berdewamî jibo heyama saniyeyekê.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din