Johann Wolfgang von Goethe

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Johann Wolfgang von Goethe
Johann Wolfgang Goethe 1811.jpg
Johann Wolfgang von Goethe
Roja jidayikbûnê 28'ê tîrmehê 1749
Frankfurt am Main
Roja mirinê 22'ê adarê 1832
Weimar
Hemwelatî  Almanya
Eslê xwe Alman
Pîşe Helbestvan, romannivîs,zanistvan
Şanenav
Signature of Johann Wolfgang von Goethe.svg

Johann Wolfgang von Goethe (1749–1832) romannivîs, helbestvan, humanîst, zanistvan, firmesun û deh salan wezîrek elmanî bû.

J. W. Goethe di 23ê gelawêja 1749an de li Frankfurtê ji dêya xwe bûye. Ji ber ku dê û bavê wî bi zanist û hunerê ve mijûl bûne li hawîrdoreke hunerhez mezin bûye. Di şanzdehsaliya xwe de ji bo perwerdehiya hiqûqê çûye Leipzigê. Piştî ku ji ber nexweşiya xwe vegeriyaye Frankfurtê li ser wêje, kîmya û olê xebitiye. Di sala 1770an de çûye Strassburgê û li wir helbestvanê herî navdar ê wê serdemê, Herder nas kiriye û bi saya Herder bêtir giringî daye helbestê û bi vî awayî dirûvekî nû daye helbesta elmanî. Di sala 1774an de "Jana Werther" nivîsandîye. Ev roman wek destpêka berhemên kemilî yên Goethe tê binavkirin.

Goethe di sala 1776an de bûye şêwirmendê dukê Waimarê û her wiha bûye rêveberê şanoya Waymarê. Wî ev vatinî heya dawiya jiyana xwe domandiye.

Di sala 1786an de çûye Romayê û heya sala 1788an li wir maye. Di van du salan de şaristaniyeta Yewnan û Romayê vekolandiye. Piştî vê serdanê di berhemên wî de bandora herdu şaristaniyetan zêdetir bûye. Wî şanoya xwe ya bi navê Egmont li Romayê nivîsiye.

Di sala 1808an de bi handana Schiller berga şêþîn a berhema xwe ya navdar Faust qedandiye. Wî berga duwem ya vê berhema giranbiha çend hefte berî mirina xwe temam kiriye. Goethe di 22yê Adara 1832an de çûye ser dilovanşya xwe.

Berhemên wî yên sereke ev in: West-oest Licher, Faust, Iphigenie, Wilhelm, Meister, Kont, Egmont, Tarkuato Tasso, Herman û Doratho.

Goethe wek serkêþê wêjeya klasîk a Almanî tê binavkirin. Wêjeya Almanî bi saya wî di wejeya klasîk a Ewropayê de bû xwedî cihekî girîng. Her wisa rexnegîrên wêjeyê hevbîr in ku wî her çiqas bi Almanî û wekî Almanekî nivîsandibe jî her tim nirxên gerdûnî derxistin pêş.

Girêdanên derve[biguherîne]

Wikiquote-Logo q:
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Johann Wolfgang von Goethe heye.