Napoleon Bonaparte

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Napoleon Bonaparte
Navê rastî
Napulione Buonaparte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn
Napulione Buonaparte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

15 tebax 1769 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Aiacciu (Keyaniya Fransayê) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin5 gulan 1821 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Longwood House Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêKansera madeyê li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
Cihê goristanêCathédrale Saint-Louis-des-Invalides, Valley of the Tomb Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîFrench First Republic, First French Empire, Keyaniya Fransayê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • École Militaire (1784–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Meqam
  • Emperor of the French (1804–1814)
  • French co-prince of Andorra (1806–1812)
  • Emperor of the French (1815–1815)
  • First Consul (1799–1804)
  • monarch of Italy (1805–1814) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevjîn
  • Joséphine de Beauharnais (Parîs, 1796–1809)
  • Marie Louise I, Duchess of Parma (Augustinian Church, 1810–1821) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partner
  • Marie Walewska
  • Pauline Fourès
  • Emilie Kraus von Wolfsberg
  • Elisabeth de Vaudey
  • Eléonore Denuelle de La Plaigne Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Napoleon II
  • Charles Léon
  • Alexandre Colonna-Walewski
  • Eugen Megerle von Mühlfeld Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Carlo Bonaparte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
  • Maria-Letizia Bonaparte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (dê)
Xizm
  • Camillo Borghese, 6th Prince of Sulmona (brother-in-law)
  • Stéphanie de Beauharnais (adopted daughter)
  • Eugène de Beauharnais (adopted son)
  • napoleon (nephew) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MalbatHouse of Bonaparte Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • Knight of the Order of the Elephant
  • Order of the White Eagle
  • Knight of the Order of the Golden Fleece
  • Order of Saint Anna, 1st class
  • Order of St. Andrew Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Napoleon Bonaparte, (1769-1821) yek ji mezintirîn serokên Fransayê yên piştî şoreşa sala 1789'an e, ku tamar û çemikên wê di civaka Fransayê de bi cîh kir bû. Napoleon di 15'ê gelawêja 1769'an ji malbateke îtalî ya xwenedan li girava Korsîkayê hat cîhanê, ligel ku ji mala Bonaparte tu kesî karê leşkeriyê ne kirî bû jî Napoleon di şanzdeh saliya xwe de bû serbaz (ango, lieutenant). Bavê wî Carlo parêzer bû, û bi doza serxwebûna Korsîkayê re le bikî bû. lê piştî dagirkirina Korsîkayê ji alî Fransayê ve sala 1768'an û ji ber ku ew bi xwe ji malbateke xwenedan bû, bavê wî tevle arîstokrasiya (torîna) Fransayê bû, û bi bandora wî lawê xwe Napoleon di bin saya keyê Fransayê Louisê XVI'an de li amojgeha leşkerî ya Brienne-le-Château û li École Militaire ya Parîsê xwendin.

Xwendina Napoleon ya supa di sala 1785'an de hêviş bu, û bû serbaz II di beşê gulebaranê di sobara Fransayê de. Piştî ku Şoreşa Fransayê dest pê kir, Napoleon di sala 1791 an de di parêzerên netewî yên Korsîkayê de bû serheng (kolonî), lê piştî ku Korsîkayê serxwebûna xwe leşkere kir, Napoleon ligel malbata xwe revî Fransayê û li wir bû kaptanê hêzeke Fransewî ya ku bajarê Toulonê dorpêç kirî bû, ji ber ku Toulon bi alîkariya gemiyên Brîtanyayê li dijî Komara Fransayê û şoreşa wê derketibû, li wir Napoleon bu şongirê serokê beşê gulebaranê yê ku birîndar ketibû, û karî alîkariya Brîtanyayê bişikanda û herweha karî Toulonê ji nû ve vegerînê bin axatiya Fransayê.

li encama vê serkeftinê de Napoleon hat xelatkirin û diyaroka wî ya leşkerî bilind bû, ango di 24 salîya xwe de bû serheng. Di sala 1795'an de Napoleon serpêçîk li hember desthilata şoreşî li Parîsê talankir, û pê re ji Joséphine de Beauharnais zewicî, ya ku yek ji jinebiyên qinareyê (giyotîn) û diya do zarokan bû.

Bargehên Dest pêk ê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1796'an de Napoleon bû serokê sobara Fransayê li Îtalyayê, û gelek generalên austrî ligel hijmareke mezin ji leşkerên wan şikandin, heya Austriya mecbûr ma ku aşitiyê ji Napoleon bixwaze, lewra peymana Campo Formio hat morkirin, ya ku ji mercên wê hemî herêmên ji aliyê Fransayê ve hatibûn dagirtin bidest wê de bimînin.

Li bakurê Îtalyayê Napoleon keyaniya Cisalpine ya ku paşê bi navê Îtalyan hat naskirin afirand, û ji bo xurtkirina cihê xwe li Fransayê Napoleon bi milyonan gencîneyên şer şandin Parîsê.

Bonaparte li Misrê, li gor wêneyê Jean-Léon Gérôme.

Di sala 1798'an de, û di gavekê armanca xwe asteng û larkirina bazirganiya Brîtaniyayê ya bi rojhilat re, Napoleon bargeyeke derî rêkir Misirê, ya ku wê demê di bin destê Osmaniyan de bû û karî ew dagirta; lê serkeftina Napoleon pir dirêj nekir, çimkî piştî demeke kurt gemiyên brîtanî di bin serokatîya Nelson de tengava Ebû Qîr dorpêçkirin û karîn gemiyên Fransa tev bişewitandana; lê arîşanên (meneviyên) Nalopeon hîç nizim nebûn ligel ku têkiliyên wî bi hikûmeta navendî re li Fransa qutbûn. Napoleon bi rêya zana û yasanas û lêkolînerên ku bi xwe re anîbûn Misirê pir ezgerî li wir çêkirin, berî her tiştî benîtî û Feudalîzm rakir û dîroka Misira kevnare vekoland, herweha ji cîhanê re yek ji dewlemendtirîn û kevintirîn şaristaniyên mirovantiyê pêşkêşkir.

Pê re Napoleon bargeyek şand Sûriyê ta rê li êrîşên osmaniyan bigire, lê ligel ku bargeya wî binkeftî bu; Napoleon riswatîk mezin gihand Osmaniyan dema ku leşkerên wan bi şêweyekî şermî şikandin, di vê navberê de qompileyek (polt) ji alî Rûsya, Awistiriya û Brîtaniya li dijî Fransa dihat çêkirin.

Rola Napoleon li Fransayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî Napoleon nûçeya hevpeymana dijbertiya Fransa bihîst, wî biryar da ku vegere Fransa û general Kléber bû şongirê wî li Misirê. Li Parîsê, Napoleon beşdarî pilanik têkbirina hukûmeta Fransa bu, û ligel hevalan desthilat xist destê xwe. Bi vî şêweyî Napoleon rêjîmekî nû damezirand, û destûra bingehîn ya vî rêjîmî destekî bêsînor da serokê rêjîm, belê ewjî Napoleon bû, yê ku wek konsolê yekemîn hat naskirin. Di sala 1802'an de destûra bingehîn hat dorandin û nivîsa xwe ya nû hêl da Napoleon wek konsol heya mirinê, û di sala 1804'an de ew wek împerator hat binavkirin. Ev guhertin bi terzekî dilxweş ji gelê Fransayê ve dihatin pejirandin.

Di sala 1800'î de, Napoleon cihê xwe xurt kiribu dema ku çiyayên Alpê derbaskiribu û austrî li Marengoyê şikandibûn, pê re peymana aştiya Ewropa ya giştî morkir, ya ku çemê Rînê wek sînorên rojhilat yê Fransayê nîşan kir.

Di sala 1801'an de, Napoleon Konkordata (lihevhatina) bi papayê Vatîkanê re jî danîbu, ya ku dilsarî bi dîwara katolîk ya romî re bidawî kiribu, û aramiya hundir ya Fransayê jî parast, piştî helwesta negatîv ya dîwara katolîk ji şoreşa Fransa.

Hemî ezgeriyên ku Napoleon afirandibûn li Fransa hatin pêşwazîkirin, herweha hemî dibistan ketin bin kontrola navendî ya hukûmetê, sîstema dadgehan hêsantir bû, û zagona Fransayê hat standardkirin di Code Napoléon de û şeş zagonên dî yên ku mafên sivîl, azadiya olan û takemafên dî yên ku şoreşa Fransayê vexweribûn parastin.

Şer û vekirinên Napoleon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1803'an de, Brîtaniya bi kiriyarên tund yên Napoleon hat tûjikirin, û di encamê de şer di deryayan de bi Fransa re hat serborîkirin, û piştî do salan Rûsya û Austriya hevpeymanek nû bi Brîtaniya re danîn, lewra Napoleon sêwiranên (pilanên) êrîşkirina Brîtaniya çêkirin û leşkerên xwe berve hêzên rûsî-austrî birêkirin, û ew di cenga Austerlitzê ya 2'ê heyva berçileya sala 1805'an de şikandin.

Di sala 1806'an de, Napoleon keyaniiya Napoliyê dagirt û birayê xwe yê mezin Joseph kir keyê wê, pêre Napoleon Komara Holandê guhart keyaniya Holandê û birayê xwe Louis kir keyê wê, paşê berê xwe da mîrîtiyên almanî û li wir Konfederasiyona Rînê damezirand û xwe kir parêzerê wê.

Terz û kiriyarên Napoleon bihna Prûsya (mîrîtiya almanî ya tev mezin) tengkir, lewra Prûsya berê xwe da Rûsya û vê re hevpeymanek danî bû êrîşkirina konfederasiyona ku Napoleon damezirandî, lê Napoleon herdu leşkerên prûsî û rûsî lipeyhev li cengên Jena, Auerstädt û Friedland pelixandin û peymana Tilsitê bi Aleksanderê I danî, ya ku Napoleon têde Mîrîtiya Prûsya biçûktir kir.

Bo qutkirina têkiliyên Brîtaniya bi Ewropayê re, Napoleon pergalê "sîstema kontînental" damezirand, û bi rêya wê dorpêçek aborî li dijî bazirganiya Brîtaniya bi Ewropayê re danî, û ji ber ku Portûgal û Spanya destekên Brîtaniya bûn, Napoleon di salên 1807'an û 1808'an de ew herdu dagirtin û desthilatiya wan li birayê xwe û xezûrê xwe belavkirin, ango birayê wî Joseph bu keyê Spanyayê û xezûrê wî şona Joseph li Napoliyê girt.

"Şikandina serîhildana 3'yê gulanê" li Madrîdê (Spanya), li şerê Nîvgirava Pîreneyê bi hezaran sivîlên spanî ji hêla leşkerê fransî ve hatin kuştin, Francisco de Goya (1818).

Gelê spanî bi berxwedaneke çekdariya tund pêşwaziya gihîştina Joseph ya Spanyayê kir, vêça hemû serkeftinên Napoleon li wir tiştekî rêjeyî bûn, ango vê berxwedanê ya ku paşê bi navê Şerê Nîvgirava Pîreneyê (an jî "Penînsular") hatibû naskirin, bi alîkariya Brîtaniya ji gerîlayên spanî re pênc salan berdewam kir û 300.000 leşker ligel hejmareke diravî nediyar ji Fransayê daqirtand. Belê ev qamûşa ku pişta împeratoriya Fransayê birîbu, çimkî piştî vê ziyanê Fransa nema karibû xwe ji nû ve wek berê rake ser lingan û hêdî hêdî hemû împeratoriya fransî hilweşiya.

Di sala 1809'an de Napoleon austrî carik dî li Wagramê şikandin û herêmên îlîrî (yên ku niha beşek ji Kroatiya, Serbiya û Bosniya-Herzogovîna ne) xistin nav împeratoriya xwe, pê re dewletokên papayî hilweşandin. Di vê navberê de Napoleon jina xwe Joséphine berda û bi keça împeratorê Austriyayê ji malbata Habsburg Marie Louise duşesa Parmayê ve zewicî, bi vî şêweyî Napoleon malbata xwe bi yek ji kevintirîn malbatên desthilatdar yên li Ewropayê ve girêda.

Armanca Naopleon ji vê girêdanê ew bû ku zarê xwe yê di sala 1811'an de hatibû dinê ji aliyê mîrîtiyên ku wî damezirandibûn ve bê pejirandin. Ligel vê serkeftinê împeratoriya Napoleon jî di wê salê de gihîşt firehtir sînorên xwe, piştî xistina Bremen û Lübeck ligel Holandê nav împeratoriyê.

Rola Napoleon li Ewropayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li keyaniyên ku Napoleon li Ewropa damezirandibû Zagona Napoleonî (bi fransî: Code Napoléon) hat bikaranîn. Feudalîzm û benîtî hat rakirin, azadiya olan ji bilî Spanya li hemû qiraliyan hat belavkirin. Ji her keyaniyekê re destûrekî bingehîn hat dayîn, têde mafê dengdanê ji mêran re parastî bû, herweha terzê pergalê Fransayê li wan keyaniyan jî belav bû. Bandora ezgeriyên Napoleon li van keyaniyan berdewam kir heya ku gel ji wan bi dûr ket dema ku zordestiya Napleon di komkirina bacan û serbaza leşkerî de diyar bû, lê gelê wan qiraliyan tu carî sûda ji zagonên Napoleon girtine nadarnekirin.

Merivên EHMEQ, timotim behsa berê dikin, Yên dîn, behsa pašerojê, Lê yên aqil, behsa niha dikin. Napoleon Bonapart

Vemirandina çira Napoleon[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şerê Waterlooyê di sala 1815'an de çêbûye, li gor tabloya hunermendê fransî Clément-Auguste Andrieux.

Di sala 1812'an de, Napoleonê ku hevpeymana xwe bi Alexander I re têkçû, êrîşeke mezin li dijî Rûsyayê destpê kir, lê piştî demeke kurt Napoleon ji wir kişî ji ber ziyanên mezin yên ku gihîştin sobara wî li Moskowê.

Têkçûna Napoleon li Rûsya wêrekiya ewropiyan derxist holê, ango ew li dijî Napoleon bûn yek, lê ligel ku Napoleon bi şêweyekî bêhempa şerê wan kir; ciyawazî di navbera Napoleon û generalên wî de tişkî jênerevbû. Di sala 1814'an de şêwirmendên Napoleon nerazîbûna xwe li hember berdewamiya şer diyarkirin, piştî Ewropiyan berdana Napoleon ya desthilatê ji lawê xwe re nepejirandin, Napoleon ji nişka ve û bi şêweyekî bêmercî desthilat berda û li girava Elba li deryaya Sipî hat koçkirin. Pîreka Napoleon Marie Louise û lawê wî li şon bavê wê împeratorê Austriyayê ketin zîndanê, Napoleon nema ew carik dî dîtin.

Xuyaye ku bihna Napoleon li koçberiyê teng bû, vêça di sala 1815'an de ji girava Elba revî û gihîşt Fransayê. Li Parîsê Napoleon dilê ew leşkerên ku hatibûn wî binçav bikin dizî, û ji nû ve desthilat kir bin destê xwe. Bo dilê hemî xelkê Fransayê ji nû ve dagire, Napoleon destûrekî bingehîn nû û demokratîktir danî, herweha cengînên Napoleon yên Kevin li dor wî kom bûn û desteka xwe jê re diyar kirin.

Aramgeha Napoleon li Les Invalidesê (Parîs).

Napoleon di destpêkê de banga aşitiyê li ewropiyan kir, lê wan li Napoleon wek mirovekê derzagon dinêrîn, ji ber wê banga wî redkirin. Bîhna Napoleon pir tengbû û biryar da ku ewropiyan pêşbike, di encamê de wî bargeheke mezin rêkir Belgiyayê, bargeha ku bi şikestina wî di cenga Waterlooyê 18'ê hezîrana sala 1815'an de hêvişbû. Li Parîsê cemawerê Fransayê li ber Napoleon gerîn ku dest ji şer bernede, lê siyastmedarên fransî desteka xwe ji Napoleon kişandin, lewra Napoleon revî Rochefortê. Li wir Napoleon ji alî serokê hêza brîtanî ya Şerê Waterlooyê, Bellerophon ve hat binçavkirin, û vê care koçberî herêmeke pir dûr bû, ta nikaribe carik dî vegere, herêma koçberiya wî girava Saint Helena li başûrî girsava Atlantîk bû. Napoleon li wir heya mirina xwe di 5'ê gulana sala 1821'ê de ma, pê re bi demekê laşê Napoleon vegerî Fransayê û di goristana Invalidesê de bi aramî razbû.

Rastî Napoleon wek ferezîk leşkerî, siyasî û ezgervanî bi laşê xwe çû, lê ew wek nîşan û sembola jêhatin û wêrekiyê ta roja îro ne tenê di hişê fransiyan de, lê di hişê hemu jiyanê de dijî.

Napoleon, di dema danîna Tacê da, berewajî debên berê ku li merasimê, Pop dihat û taca zêrîn daydida ser împerator, ew bixwe tac danî ser xwe û bi vê yekê da zanîn ku ew bixwe bûye padîšah nek bi ferman û daxwaza Xudê.

Tu car ji yên ku li dijî we ne netirsin

Belke ji yên ku bi we ra ne lê qet newêrin vê yekê bêjin we û ditirsin ku wê bînin zimên, xof bikin.

Napoléon Bonaparte

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]