Johannes Gutenberg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Johannes Gutenberg

Johannes Gensfleisch zur Laden zum Gutenberg (* 1397 li Mainz; † 3. Reşemî 1468) hostayê Elmanî ko ji bo vedîtina çapa tîpên livok li Ewrûpayê navdar e. Gutenberg di cîhana çapkirinê de bi alava çapkirinê riya şoreşekê vedike. Cara pêşîn bi vê alava ku pîtên metalî bikartîne ve çapkirina Mizgînê (Încîl) dike. Pîtên amade yên metalî wekî klavyeya îro bingeha nivîsandinê bû. Bo her çapkirinê pît dihatin rêzkirin. Beriya Gutenberg, pîtên darî dihatin bikaranîn. Karê wî yê serekî, Mizgîniya Gutenbergî ko bi navê Încîla 42-dêrî tê nasîn, yek ji berhemên pesinkirî ji aliyê bedewî û pirteknîkîbûnê ye.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)