John Bardeen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
John Bardeen, 1956

John Bardeen (* 23'ê gulanê 1908 li Madison, Wisconsin; † 30'ê rêbendanê 1991 li Boston) fîzîknasekî amerîkan bû. Du caran guncavê Xelata Nobelê hatiye dîtin.

Jînenîgarî[biguherîne]

Kurê (lawê ) profesorê anatomiyê Charles R. Bardeen û mamoste Althea Harmer e. Diya wî sala 1920'ê dimire ku wê demê ew 12 salî ye. Bavê wî bi Ruth Hames a ji Milwaukee, Wisconsinê ye re marî dibe (dizewice). Di dibistanan de zîrekiya wê tê dîtin û gelek caran bêî ku polekê bixwîne, derbasê ya jor dibe. Li zanîngeha Wisconsinê li ser fîzîk, matematîk û elektroteknîkê perwerde dibîne.

Bardeen lîsana xwe sala 1928 û masterê jî sala 1929'ê bidawî dike. 1933'yê li Harvardê, herwiha li Institute for Advanced Study a li Princeton Universityyê dixwîne. Bi giranî xwe dide xebatên mekanîka quantê. Sala 1936'ê li cem Eugene Paul Wigner doktoraya xwe bidawî dike.

Ji 1938 heya 1941 Bardeen wekî profesorê asîstan li University of Minnesota ya Minneapolisê kar dike. Di pêvajoya şerê cîhanê yê duyem de, li laboratoriya U.S. Naval Ordnance Laboratory a li Washington, D.Cyê ye, dixebite.

Laboratoriyên Bell û transîstor[biguherîne]

Modela yekem transîstorê ji Shockley, Bardeen û Brattain

Wekî fîzîknasekî di Bell Telephone Laboratories a Murray Hill de dixebite (New Jersey, 1945–1951).

Bi tevî William B. Shockley û Walter Brattain komekê xebatê ava dikin û li ser metalên kêmbuwar (kêmgihîner) dixebitin, bi alîkariya krîstala germaniyûm di 23'ê berfanbarê 1947'ê de transîtorefektê vedibînin û yekem bîpolartransîstorê ava dikin.

Hersê heval bi vê xebatê sala 1956Xelata Nobelê ya Fîzîkê digirin. Sala 1972'yê jî Bardeen, bi têvî Leon N. Cooper û John R. Schrieffer, bo cara duyem heman xelatê digire. Yekem mirovê ku heya niha du caran Nobel girtiye ye.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bernhard Kupfer: Lexikon der Nobelpreisträger. Patmos-Verlag, Düsseldorf 2001, ISBN 3-491-72451-1 (almanî)
  • Peter Neulen: Brockhaus, Nobelpreise: Chronik herausragender Leistungen. Brockhaus, Mannheim/Leipzig 2004, ISBN 3-7653-0492-1 (almanî)