Joseph John Thomson
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sir Joseph John Thomson (herwekî gelek caran J. J. Thomson; * 18'ê berfanbarê 1856 li Cheetham Hill a li cem Manchester; † 30'ê gelawêjê 1940 li Cambridge) fîzîknasekî brîtanyayî bû û sala 1906'î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtibû.
Di malbateke skotî (skotlandî) tê jiyanê. Sala 1884'î profesoriya fîzîkê werdigire. Lawê wî jî xelatwergirê Nobel e. Li ser hilberîna elektrîkê ji gazan radiweste û biserdikeve. Sala 1908'î ji aliyê keyaniya Brîtanya ve wekî şovalye tê payekirin û dibe Sir. Li nêzîkî Sir Isaac Newton tê binaxkirin.
Xelat û payeyên wî [biguherîne]
- Hughes-Medaille (1902)
- Xelata Nobel a fîzîkê (1906)
- Copley-Medaille (1914)