Kûsî
| Kûsî, kosî, kîso | ||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Kûsî
|
||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||
|
||||||||
Kûsiyên deryayê (bi rengê heşîn); kûsiyên bejî (bi rengê reş)
|
Kûsî an kosî an jî kîso (bi sanskrît: kasayápa- [1]; avestayî: kasyapa- [2]; farisiya navîn: kaşawag [3]; bi farisî: kaşav; bi soranî: kîsell, zazakî: kesa), ajelekî ji famîleya xizindeyan e. Kûsî ajelekî pir hêdî ye. Ku meriv dibîne serê xwe kaşî qalikê xwe dike. Ku meriv dike destê xwe hema aveke gewr berdide. Li hin deran bi navê kosî, kîso, req û şkevlatok tê naskirin. Cureyê kûsiyan ku di avê de dijî dibêjinê kûsiyê avî an req an jî reqesêl. Di behrên mezin ên cîhanê de jî çend cureyên kûsiyên deryayê hene wek kûsiyê deryayê yê kesk.
Famîleyên kûsiyan[biguherîne]
- Kûsiyê Aldabrayê (Geochelone gigantea)
- Kûsiyên Gîneya Nû (Carettochelyidae)
- Chelidae
- Kûsiyên deryayê (Cheloniidae)
- Chelydridae
- Kûsiyên çeman ên Amerîkaya Navend (Dermatemydidae)
- Dermochelyidae
- Kûsiyên avî (Emydidae)
- Kûsiyên avî (Geoemydidae, berê: Bataguridae)
- Kinosternidae
- Pelomedusidae
- Platysternidae
- Kûsiyên bejî (Testudinidae)
- Trionychidae
-
Kîso (kûsiyê bejî)
-
Kûsiyê deryayê yê kesk (Chelonia mydas)
Kûsî û folklora kurdî[biguherîne]
Di ola zarokan de ev ajelekî xerab e. Dibêjin ku rêq gotiyê "ku qalikê min tunebûya min yê çel keçik avis bikira". Qalikê çêlikên kûsiyan yê vala li malan ji bo xemlê dardixin.
Wekî din, ji çîrokên kurdî ev çîroka li ser dûpişk û req heye: "Dûpişk u kîsell", li pirtûka Es'ed Zengene, Cegirgoşekan, 3, r. 10-15.
Çavkanî[biguherîne]
- ↑ Michael L. Chyet (2003)
- ↑ Michael L. Chyet (2003)
- ↑ Michael L. Chyet (2003)