Komputer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Superkomputera Columbia, li NASA Ames Research Center (DYA).
Xêvjimêreke iBook
Xêvjimêreke vekirî

Komputer an jî kompîtur[1] amûr û hişekî elektronîk e ku gelek xebatên arîtmetîk û mantiqî li gor bernameyeke berê lê hatiye barkirin, dike û diqedîne.

Computer bi ingilizî, ordinateur bi fransewî, bilgisayar bi tirkî, rayane bi farisî ye. Yek ji navên wê yên kurdîxêvjimêr e. Amûra xebatê ya ko mirov pê hejmarê dike, nemaze makîneyeka elektronîkî ku bernamekirî be û bikare karên matîmatîkî an mentiqî yên pir lezgîn pêk bîne an agahiyan (informasyonan) berhev bike, tomar bike, berhev bide an bi awayekî din ê dilxwestî û li gorî bernameyeke berê hatiye nivîsîn amade bike.

Komputer bi rastî pirşiyan in. Ew makîneyên cîhanî yên destwerdana zanyaran in. Li gorî bîrdoza Çirç-Tûring (Church-Turing Theory), her komputer xwedî şiyaneka kêmanî ya derazînkî (minimum threshold capability) di koka xwe de dikare her karekî ku komputereke din dike bike. Lewma, komputerên xwedî şiyanên curane, ji Arîkareka Kesokî a Dîgîtal (PDA) heta Superkomputeran dikarin heman karî bikin, heke dem û bîr (memory) nehên liberçavgirtin. Lewma, heman cureyê komputeran reng e ji bo gelek karên ji hev cuda yên mîna durustkirina lîsteya mûçeyê karmendan heta ajotina Gemiyên Esmanî yên bê Mirov bihên bikaranîn. Lê ji ber pêşveçûnên teknolojîk ên mezin ên vê dawiyê, komputerên elektronîkî yên nû gelek ji yên kevin bikêrtir in (diyarokek ku hindek bi Qanûna Morî ango Moor's Law tê wesifandin).

Bi gelemperî xebatên komputerê dikarin bibin 2 beş:

Ji bo xebitandina komputerê çend Pergalên Xebatê hene, mirov pêşî wan pergalan di komputera xwe de saz dike.

Pergalên Xebatê[biguherîne]

Nivîsbarî[biguherîne]

Nivîsbarî ji zimanê bernameyên komputerê re tê gotin. Ev zimanekî gelekî cuda ye û teknîk e. Bernameyên ku bi vî zimanî hatibin nivîsandin, wekî nivîsbarî tên binavkirin.

Şexs û Şîrket[biguherîne]

Kampanya[biguherîne]

Çend gotinên zimanê komputerê[biguherîne]

Înternet - Nivîsbarî (Software) - ڤایرۆس (Vîrus (xêvjimêr))

Dîroka Komputerê[biguherîne]

  • 1868 Patenta design a OWERTY hate standin.
  • 1922 Cara yekem tupê tîrêjên katot a germ (CRT) hate hilberîn.
  • 1939 Atanasoft -Berry, ABC îcad kir.
  • 1946 ENIAC, yanî yekem komputera elektronîk a dikare were bernamekirin hate çêkirin.
  • 1947 Cara yekem lîstika video hate afirandin.
  • 1955 Cara yekem Diska Sabit hate çêkirin: IBM 350
  • 1959 Cara yekem dewreya entegre an jî binavê navdar mikroçîp hate çêkirin.
  • 1963 Jidayikbûna "kêzikê". Dûre navê wê bû Mişk.
  • 1969 Bi yekemîn girêdana ARPANET'ê destpêka înternetê çêbû.
  • 1982 Diskên Kompakt (CD) wekî pêşengê şoreşa dijîtal derketin piyaseyê.
  • 1978 Hemû xebatkarên PC'yên modern mîmariya Intel x86 bingeh digirin.
  • 1993 PC bûn platformeke lîstikan. Li yongaya Intel x86'ê 64-bit danerê, xetên pirxebatê û dûre jî teknolojiya MMX hatin lêzêdekirin. MMX'ê tiştekî zêde bi xwe re neanî, lê bi me da zanîn ku hemû xebatkar ne yek in ji MegaHertz'ê wêdetir dikare hinek cudahiyên wan ên din jî hebin.
  • 1998 AMD'yê bersiva Pentium'ê da. Xebatkarê wê teknolojiya 3DNow! dihewand. Gelek caran bi qasî Pentium 2 performans dida û gelekî erzan bû.
  • 2004 Hîn jî Pergalên Xebatê û sepan li gor 64-bit'an pêşve neçûne. Lê AMD Athlon 64 ji aliyê lîstikvanan hate hezkirin.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Zana Farqînî (2009)