Koremişk

Ji Wîkîpediya

Koremişk, xilt

Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Soricomorpha
Famîle: Talpidae
G. Fischer, 1814
Cins

17 cinsên koremişkan hene

Koremişk, Xilt
Koremişk, Xilt

Koremişk an xilt mişkê erdan e. Ew ji mişkên malan xurtir, zexmtir û jêhatîtir in. Li Kurdistana Bakur bi piranî rengê wan cûn e, pirçeke wan a kurt û şayik heye.

Tasa serê wan teng û dirêjîk e. Pozê wan dirêj û bi piranî bi tevger e. Çav gelekî biçûk in û car caran di bin çerm de dimînin. Di bin axê de bi hêsanî tevdigerin. Guhê derve pir biçûk e. Çîmên wan kin in û di her lingekî wan de 5 pêçî hene.

Di zoolojiyê de jê re Salpa tê gotin.