Korta şîn a mezin

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Korta şîn a mezin, îlon 2006

Korta şîn a mezin (bi navê xwe yê îngilîzî: Great blue hole) kortaleke gilawer a li ber sahîla dewleta Belîze (li Emerîkaya navîn) e.

Ew li nêzî navenda Lighthouse Reef a karîbîk e û ji bajarê Belize City 70 km dûr e. Ji ezmên ve bi taybetî rûbariya xwe ya tarî tê dîtin, ji ber ku evya ji der û dora xwe kûrtir e: Rengê der û dora xwe pîroze ye, lewra kortal weke qulikeke reş e di nava şînahiya avê de.

Korta şîn a mezin hema hema gilawer e, dirêjbûna çapa xwe digihêje 300 metran û kûrahiya xwe jî 125 metre ne. Tê îddiakirin ku ev kortal di dawiya çaxa bestelek de di hundirê kevirê kirêc de çêbûye. Lêkolîner derxistin holê ku kortal têketina sîstemeke şikeftan e. Digel bilindbûna avê ev sîstema şikeftan ketiye bin avê. Piştî kûrahiya 90 metreyî ava mirî ya dengizê destpê dike ku tê de dîhîdrojensulfud heye.[1]

Korta şîn a mezin di sala 1996'an de wek esera neteweyî hate hilbijartin û ji wir û pêde digel beşên din ên sîstema resîf a Belize Barrier Reef mîraseke xwezayî ya UNESCO'yê ye. Herwiha, di sala 2009'an de Belize Barrier Reef ji aliyê UNESCO'yê ve kete nav listeya mîrasên xwezayî yên ku bi windabûnê re rû bi rû ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Anthony T. Jones, Robert F. Dill, Trevor A. Jackson (edîtor), [Vorschau bei Google-Books Great Blue Hole of Lighthouse Reef Atoll, Belize, Central], rr. 181–194, ISBN 976-640-100-4 {{citation}}: Nirxa |url= kontrol bike (alîkarî)