Leşker (leşkerî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Leşker, esker di artêşek klasîk de ji kesên herî payenizm re tê gotin. Lê artêşên nûjen cuda ne, bi pere ne û di wan de tevahiya rûtbeyan bi vaca (mentiqa) kolektîvîzmê hatine sazkirin. Bind û ser wekhev in.

Di jiyan û çanda kurd de pêşmerge, şervan hene ku ji eskeriyê cuda ne. Pirranî kurd bêjeya leşker bi neyînî bikartînin, lewra sed sal in kurd li welatê xwe bindest dijîn, di serhildanên kurd de esker û jandarmêyên (cendirme) welatên serdest komkujî û tevkujîyên mezin kirine.

Leşkerê kurd[biguherîne]

Di dewlet û mîrîtiyên kurd de, ristina artêşan hinekê cuda bûye. Bi qasî ku em ji tomarkirin û çanda devkî ya kurd têdigihên, yekîne li gorî pîşe û hunera xwe hatine avakirin.

Hin binavkirinên leşkeran (dîroka Kurdistanê):

  • Doxdanan, tivingbaz, doxdanên siwarî
  • Şane (wekî jandarmêyên îro)
  • Şûrzan (perwerdeya herî dirêj a wan bûye)
  • Tîrendaz (parastina palasan, gund û bajaran û êrîş)
  • Rimbaz (yekîneyên herî xurt)
  • Mertalger (enî, key, keybanû, girtî ûêd diparastin)
  • Nêçîrvan (operasyonên taybet)
  • Sîxur (bi kincên sîvîl tevdigeriyan)
  • Serzelût (bo karên nebaş wekî zîndanvanî, lêpirsinê)
  • Nîşangir (sûîkast, operasyonên armancên wan sûîkast be)
  • Bangevan (îstîxbarata şaş belavkirin, şerê psîkolojîk, dora bajaran digirtin û gef li keyan dixwarin. Carnan dengê ajalên dirinde dertanîn, xelkê bajar ditirsandin, kurtedemî viya dikirin)
  • Cangoriyan (bo rewşên dijwar, rojên teng, xeterdar)
  • Tendurustî (luqman, dermanger)
  • Pazbend (berdest, bo xizmetên fermandaran, parastina wan)
  • Meleyên yekîneyan, meleyên siwarî (bo veşartina termên şehîdan û îbadetê)
  • Siwarî (siwariyên rimbaz, siwariyên şûrzan, siwariyên tendurustiyê, siwariyên nîşangir ûêd)

Rutbeyên leşkeran cuda cuda ne, yên welatan hevûdu nagirin. Çend ji rutbeyên eskerên alman: