Lobiya qelandî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Lobiya qelandî, lobîşte, lovîşte, qelandina fasûliya teze bi hêkê tê çêkirin. Fasûliyê re lobiye, lovî, lowî jî dibêjin. Bêjeya lobîşte dibe ku ji lobî+biraştinê (an biraşte) derketibe.

Standardeke lobîşteyê nîne. Mirov dikare bi kêfa xwe amade bike. Lê pirranî bi hêkê diqelînin. Bikaranîna biharbêhnê (biharat) jî li ser daxwazê ye.

Berkeliya (melzemeyê) lobîşteya serhedî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 hêk
  • 5-6 dd (dendik) sîr
  • 1 kg lobiya (lovî, fasûlî) teze
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) rûnê ron
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lobiyan biqeşirînin, di nava ava germ de pakij bişon, hûr bikin (bikin 3-4 qet). Berdin nava rûnbirêşk, beroş an quşxaneyekê, avê têkin ser (bila ava ji ser re derbas be lê ne pirr be). Bikelînin. Kel bidawî bû, ava wê bidarivînin. Hinek ji wê avê têxin tasekê.

Sîrê bi xwê bikutin, bi wê ava we veqetandibî, biçelpînin. Rûn berdin quşxaneyê, hindik biqijilînin, lobiyê berdin navê, paşê jî sîra bi ava lobiyê. Lobiyê biqelînin.

Hêkan li navê bikin, bi hevre hinekê biqelînin. Xwarina amade ye, dikare were ser destexaneyê (sifre).