Mîgren

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mîgren yek ji cureyên serêşê ye. Xwe bi pêlên êş dibihîzîne. Periyodên wê ji 4 saetan heya 72 saetan pêk tê. Ji pêlek heya ya din serî naêşe lê nexweş dikeve xofa pêla nû. Berê cureyên serêşê nedihate zanîn, hemî wekî "serêş" dihate binavkirin. Lê îro gorî bingeha xwe bûye mijara şaxên zanîstiyê. Mîgren ketiye para neurologîyê.

Êşa mîgrenê nîvmezin an an mezin e. Di alîkî serî de cîh digire û ku asta êş mezin be, jiyana rojane ya nexweş asteng dike û herwekî derdorê wê jî aciz dike. Êş xwe wekî gurminiyan bi periyoda lêdana dil dide der. Mîgren bi pirranî xwe di jinan de dide der. Ev jî nîşan dide ku mîgren hem bingehlaşî ye û hem jî nexweşiyeke bingeh-psîkolojîk e. Ango jiyana civatî, malbat, stres hwd. di mirov de hin nexweşiyên psîkosomatîk jî çêdike.