Machu Picchu

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Machu Picchu
 
Machu Picchu is located in Perû
Machu Picchu
Nexşeya cihan Perû
Kargêrî
Dûgel Perû
Erdnîgarî
Koordînat 13° 09′ 47″ Başûr
      
72° 32′ 44″ Rojava
 / 13.16306°Bş 72.54556°Ra / -13.16306; -72.54556
Wêne
80 - Machu Picchu - Juin 2009 - edit.jpg
Machu Picchu, şûnewarên înkayan yên dîrokî, Perû

Machu Picchu (wekî Maçû Pîkçû tê bilêvkirin, dibe ku di zimanê kevnexwediyan de bûbe wateya şêwra kevn) yek ji bermahiyên bêhempa yên cîhanê li Perûyê ye. Ji şarezayiya înkayan ye.

Li ser Çiyayên Andê di bilindiya 2.360 m de hatiye çêkirin. Li deşta Urubamba ye û 88 km dûraniya bajarê Cusco de ye. Navê bajêr ê orîgînal nayê zanîn. Piştî hatiye vedîtin, navê lûtkeyek Andê lêdikin. Tê texmînkirin ku di salên 1400'î de hatiye avakirin. Ji ber ku di cihekê asê de ye, dagirkerên spanyolî û çermespiyên din nekarîbûne bibînin û xerabikin.

Bajar di gerekê zanistên Zanîngeha Yale de di 24'ê tîrmehê 1911'î de hatiye vedîtin. Li ser damezrandina bajêr agahiyên sedî sed rast nîn. Tê texmînkirin ku wextekê giregirên oldarên Înkayan li vir jiyane û bajar ji bo parastina wan ji xeterayan hatiye avakirin. Hin angaştên din jî hene lê rastî kes nizane.

Sala 1983'î de kete bin parastina UNESCO û bû yek ji bêhempayên cîhanê. Rojê bi hezaran tûrîst serîlêdana herêmê dike. Bajar wekî pêpelûkan di qûntara çiyê de hatiye avakirin û lê çandiniyeke nûjen hatiye kirin. Pirraniya avahiyên bajêr hêj jî li ser lingan e.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din