Mar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mar
Marê kesk (Malpolon monspessulanus)
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Binefilûm: Vertebrata
Çîn: Reptilia
Bineçîn: Diapsida
Jêreçîn: Lepidosauromorpha
Jorekom: Lepidosauria
Kom: Squamata
Binekom: Serpentes
Linnaeus, 1758

Mar (Serpentes), binekomeke xijendeyan e.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mar bi reng û cureyên kirasên xwe tên veqetandin. Kirasê maran ziwa ye û ji bo gihîştinê pêwîst e hin caran kirasên xwe ji xwe dikin. Sê girêdanên dilê maran hene. Diranên wan berepaş ve xwar in. Hinek mar bijehre ne. Ji bo germahiya laşên xwe pirranî di germa rojê de derdikevin nêçîrê. Zivistanê di binerdê de nîvtevizî derbas dikin. Bi xwarina ajalên piçûk dijîn. Hin cureyên maran nêçîra xwe berê dixeniqînin, paşê dadiqurtînin.

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji jehra maran hin dermanên bijîşkiyê çêdibe. Dema dadiqultînin jî dikarin bêhna xwe bigirin. Bi hestiyên li ser çena xwe pêlên erdê guhdarî dikin û dibihîsin. Hin cureyên mara germa nêçîra xwe dibîhîsin û bi alîkariya vê xeysetê dikarin bi şevê jî nêçîrê bikin. Mar bi hêkan diwelidin.

Gelek famîle, cins û cureyên maran hene.

Famîleyên maran (Serpentes)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Marên Kurdistanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mîtolojî û bawerî li ser maran[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bi nêzikî di hemû çandan de mar ajalekî mîtolojîk e. Di mîtolojiya Kurdan da jî marê mezin bi navî ejdî û marê reş cîhekî giring digire. Di nav Kurdan de bawerîyek heye ku mar dikanin aşiqa mîrovan bibin. Meseleyên marên aşiq li Kurdistanê pir tên gotin. Gorî bawerîye ku marek, bi taybetî jî marê reş, aşiqa merivan be ji merivan nagere tim li şope merivan çexdibe û zerarê nade merivan.

Li ser marê reş nistîyak heye. Wextê ku ewan bazdidin ser hev meriv paçekî ser ra bevêj mirazê merivan qebûl dibe.

Kurd dibêjin ku meriv marekî bi çift bikuje ampeyî xwe tê merivan dibîne û bi merivan digire. Wê lomê dixwaze ku meriva ampeyî evî bibîne û bikuje.

Ciyê Marê reş di çanda Kurdan gelek girîng e.Dihê gotin ku marê reş evîndarê merevan nexasim jî evîndarê keçên Bêrîvanî dibin.Marê reş evîndarê kê bibe heyta dawiya temenê xwe axilbe di rêya bêriyan de wê di şopîne û diparize.Ji aliyê din ve li gorî dihê qalê Marê reş marekî bê zerar lê heyfhildêr e.Ew tucar heger zerarek nedîtibe ji ber xwe ve xisarê nade tukesî.Lê heger ji hinekan tahl bûbe heyta dawiya temenê xwe wî kesî dişopîne û kengî be jî heyfa xwe jê distîne.

Kirasên maran li gorî dihê qalê ji gelek nexweşiyan re di serî de ji êşa çav û serî re baş dihê pejirandin.

Pêşangeh[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Mar de hene

  • "Snakes of the Indian Subcontinent". Naturemagics Kerala Photo Gallery. Ji orîjînalê di 21 adar 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 hezîran 2013.
  • "About Snake Cell". Snake Cell. (INDIA)
  • "Snake World". ReptilesWeb.com. Ji orîjînalê di 3 tîrmeh 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 17 hezîran 2013.
  • "What's That Snake?". OPLIN.
  • "Herpetology Database". Swedish Museum of Natural History.
  • BBC Nature: Girêdana arşîvê 2014-03-01 li ser Wayback Machine Snake news, and video clips from BBC programmes past and present.