Marina Abramović

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Marina Abramović û performansa wê The Artist is Present MoMA, dîmenek ji fîlma The Future of Art (2010)

Marina Abramović, wekî Marîna Abramovîç bixwîne (z. 30'ê mijdarê 1946 li Belgrad, Yûgoslavyaya berê), hunermendeke montenegrî ya Performance Art (hunera performansê) ye.

Jiyan[biguherîne]

Dê û bavên Marina Abramović partîzan bûn: dayika wê seroka leşkerî, bavê wê jî qehremanekî neteweyî bû. Bavpîrê wê Varnava Rosić ji sala 1930'î heta 1937'an ve patrîkê dêra sirbî-ortodoks bû.[1] Abramović ji sala 1965'an heta 1970'yî di akademiya hunerên xweşik a Belgradê de nîgarekariyê xwend. Ji sala 1986'an pê ve wê nivîs, nîgar û xebatên bi gelale weşand û ji sala 1973'an pê ve êdî dest bi nîşandayîna performansên hunerî kir. Di salên 1970'yî de wê li Akademiya Hunerên Xweşik a Novi Sadê perwerdehî da û di sala 1975'an de ew tevlî leyîstoka Hermann Nitsch bû. Ji sala 1976'an pê ve ew bi hezkiriyê xwe Ulay re xebitî û hevkariya wan bi ji hev veqetîna wan a di sala 1989'an de ajot.

Ji sala 1990'î heta 1991'ê Marina Abramović wê di Académie des Beaux-Arts de li Parîsê weke profesoreke mêvan perwerdehiyê kir. Ji 1992'an heta 1996'an ew li Hochschule für Bildende Künste Hamburg profesor bû, ji 1997'an heta 2004'an jî wê li Hochschule für Bildende Künste Braunschweig perwerdehiya hunera performansê kir.[2][3]

Wê li New Yorkê ji bo armanca pêşkêşkirina platformekê bona hunermendên ciwan û jêhatî yên hunera performansê komeke bi navê Independent Performance Group (IPG (Koma Performansa Serbixwe) damezirand.

Abramović di sala 1975'an de mala xwe bara Amsterdamê kir: we di sala 1987'an de li wir malek ji xwe re kiribû be jî, ew di pirraniya dema xwe de ji bo pêşangehan li ser seyranan bû. Di payîza 2005'an de wê mala xwe ji Amsterdamê bara New Yorkê kir. Ew di sala 2005'an de bi peykertirajê îtalyan Paolo Canevari zewicî û hê jî pê re zewicî ye.[4] 

Di sala 2007'an de Independent Performance Group belaw bû û Abramović navenda Marina Abramovic Foundation for Preservation of Performance Art damezirand. Di sala 2012'an de ew weke juriya Leystokên Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Venedîgê hat hilbijartin.

Xebatên wê[biguherîne]

Piştî yekemîn performansên xwe yên bi rîsk en derbarê sînorên fizîkî û pirsa hebûnê, hevkarî û performansên hevpar ên digel Ulay destpêkirin. Ew heta demekê tevlî Aborigenes û gelê tîbetî bûn û weke koçber jiyan. Ji bo performanseke sê mehî ya li ser dîwarê çînî ew ji hev veqetiyan. Ji wê rojê pê ve Marina Abramović xebatên girêdayî objeyan amade dike. Di sala 1984'an de ew tevlî pêşangeha komî ya bi navê Von hier aus - Zwei Monate neue deutsche Kunst in Düsseldorf bû. Di sala 1997'an de wê di çarçoveya Biennala Venedîgê de Şêrê Zêrîn stend ji bo performansa wê ya vidyoyê Balkan Baroque. Ew xebat nasmameya montenegrî ya hunermendê û şerên Yûgoslavyaya berê dike mijar.

Di çarçoveya pêşangeheke ku ji projeksiyonên vîdyoyan pêk hat, Abramović li wê derê, weke beşeke performansê, bi saetan xwe bi paqijkirina hestiyên teze yên gayan mijûl kir û kilamên lorînê yên welatê xwe xwend.

Ji bo xebata Human Nests (2001) wê heft şikeft dakolande dîwarê zinarekî.[5] Ji her şikeftan ve silmeke bi bend dadikeve jêr sewa ku meriv karibe têkevê û li hundirê binêre. Di heman demê de divê meriv ji ber tengbûna şikeftan hişyar be ku nekeve jêr. Bi vî havî meriv tê de him xwe parastî, him jî bêewlî hîs dike.

Di xebata xwe ya The House with the Ocean view (Malika bi dîmena behrê, 2002) hunermend dozdeh şev û roj li Sean Kelly Gallery di hundirê sê odeyên ku pêşiyên xwe ji temaşevanan re vekirî ye de ma bêyî ku tiştekî bixwe, bêje, binivîse û bixwîne (wê tenê avê mîneralê vedixwar). Ji bilî vê yekê ew her roj tenê heft saet raza û rojê sê car xwe şuşt.[1] (S. 97)

Di sala 2003'an de Abramović ji bo The House with the Ocean View  xelata Bessie Axard wergirt û doktoraya rêzgirtinê ji bo School of the Art Institute of Chicago stend.[1] (S. 123)

Marina Abramović, Seven Easy Pieces (Heft beşên sivik), New York, 2005

Di sala 2005'an de wê Seven Easy Pieces careke din li Muzeya Solomon R. Guggenheim, New York, pêşkêş kir û bi vê yekê guftûgoyên derheqê ji nu ve pêşkêşkirinê, hêvişandina zanîna çandî û parastina mafên hunermendên performansê wek derhêner da destpêkirin.

Li hemberî rê û rêbaza ku performansek girêdayî bedenê hunermendê ye û lewra nikare bê dûbare kirin, hunermendên performansê divê li ser dûbarekirin û ji nû ve pêşkêşkirina hunera xwe niqaş bikin, ji ber ku performansek medyûmeke avakirin û parvekirina zanîna çandî ye û xwediyê umreke bi sînor e - û heger ne wisa bûya, wateya xwe ya çandî wê wenda bikira.

Li gorî wê, stabîlîzekirineke ev cûreya hunerê pêwîst e: Di cîhanekê de ku tê de dîjîtalîzebûn zêdetir dibe û her tişt ji aliyê tişteke din ve kare bê guhertin, divê mafên hunermendan û bidestxistinên wan li dijî tehrîf û kedxwariya tîcarî bên bihartin.[6]

Di heman demê de Seven Easy Pieces pirsên derheqê dubarekirin û parastina awayê performansên hunerî wek hunereke bi wadeya kin jî dikolîne. Ev xebat ji heft beşên dîrokî yên derbarê şeş performansên dîrokî yên sala 1960'î û 1970'yî pêk tê û ji xebateke wê ya serbixwe:

  • Dubarekirina performansên hunermendên din
Vito Acconci (Seed bed, 1972)
Joseph Beuys (Çawa meriv ji kerguhê mirî re nîgaran dide fehm kirin, 1965)
Valie Export (Aktionshose, Genitalpanik, 1969)
Bruce Nauman (Body Pressure, 1974)
Gina Pane (The Conditioning, 1973)
  • Dubarekirina performanseka xwe
Marina Abramović (Lips of Thomas, 1975)
  • Performanseka nû ya wê
Marina Abramović (Entering the Other Side, 2005)

Di heman salê de wê fîlma hunerî ya bi navê Balkan Erotic Epic amade kir. Ev kurtefîlm kevneşopên seksuel û berhemdarî yên li Balkanê dike mijar.

Di çend dîmenan de Abramović behsa kevneşopên cûda dike û piştî qalakirina wan ew kevneşopî bi rêya sehneyên kin tên nîşandan.

Di sala 2008'an de wê ji aliyê serokkomarê awistriyayî Heinz Fischer nîşaneya zanist û hunerê wergirt.

Ji 14'ê adarê heta 31'ê gulana 2010'an li New Yorkê di Museum of Modern Art (MoMa) de pêşangehek hate lidarxistin ji bo nêrîneke gelemperî li ser xebatên wê.

Di heman demê de performanseke din a wê ya bi navê The Artist is Present (Hunermend li vir e) hat pêşkêşkirin.

Di çarçoveya vê pêşangehê de Marina Abramović li ber maseyekê rûdinişt û bêdend dima, li hemberî wê jî kursiyeke vala hebû ji bo ku mêvanên muzeyê karibin li ser rûnin. Bi vî havî hevdîtineke bêdend di nava hunermend û temaşevanan pêk dihat. Piştî 721 saet û 1565 temaşevanên li hemberî wê cîh girtin performans qediya. Sharon Stone, Tilda Swinton û Björk tenê çend navên ku li ser kursiyê rûniştin in.[7]

Xelatên wê[biguherîne]

Jêgiran[biguherîne]

Şablon:Zitat

Pirtûk[biguherîne]

  • Marina Abramović. Kristine Stiles, Klaus Biesenbach, Chrissie Iles. London; New York, NY: Phaidon 2008. ISBN 978-0-7148-4802-0 Englisch

Çavkanî[biguherîne]

  1. a b c Şablon:Literatur
  2. kunstwissen.de Marina Abramovic (1946-
  3. Gudrun Sachse: Die Mutter aller Schmerzen. (Dayika hemû êşan), li ser: NZZ Folio 1/2007 [1]
  4. Şablon:Literatur
  5. Marina Abramović, Human Nests – 2001. Fundación Montenmedio Arte Contemporáneo (NMAC)
  6. Frieze Foundation Vortrag zur Wiederholbarkeit von Performances
  7. Schweigen für die Kunst. Marina Abramovic im New Yorker MoMA (Bêdengbûn ji bo hunerê. Marina Abramovic di MoMa'ya New York'ê 3sat-kulturzeit, 16'ê adarê 2010

Girêdanên derve[biguherîne]

Şablon:Normdaten