Serbistan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Србија Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serbistan
Србија Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ala Mertal
Sirûd: Bože pravde Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Serbistan li ser nexşeyê
Map
Paytext
43°57'Bk, 20°56'Rh
Zimanên fermî
Zimanên tên bikaranîn
Rêber
 •  Serokdewlet Aleksandar Vučić (2017–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 •  Serokwezîr Ana Brnabić (2017–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Avakirin
 •  Dema avakirinê 2006 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre 
 •  Rûerd 88.499 kîlometre çargoşe (nirxa herî nû) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
 •  Giştî 7.022.268 (2017) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Demjimêr
Hatûçûna ajotinê
  • right Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Koda telefonê +381
Malper
http://www.srbija.gov.rs/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Serbistan an jî Komara Serbistanê (bi serbî : Република Србија/Republika Srbija), welatekî li başûrê rojhilata Ewropayê ye. Welat li bakur bi Mecaristan re, li bakurê rojhilat bi Romanya, li başûr-rojhilat bi Bulgaristan, li başûr bi Makedonyaya Bakur, li rojava bi Kroatya û Bosniya û Herzegovîna re, li başûrê rojavayê bi Montenegro re sinorên bejahî parve dike. Hikûmdarê Serbistan îddîa dike ku bi Albanya re di nav xaka nakok a Kosovayê re sînorek heye. Nifûsa Serbistan bi qasî 6.6 milyon niştecîh e. Paytext û bajarê herî mezinê welêt bajarê Belgradê ye.

Axa Serbistan ji Serdema Paleolîtîk ve bi domdarî tê niştecîhkirin û di sedsala 6an de bi koçberiyên slavan re rû bi rû maye ku di destpêka Serdema Navîn de jî gelek dewletên herêmî hatine ava kirin ku carinan wekî bexşên padîşahiya Bîzans, Frank û Mecar têne naskirin. Keyaniya Serbî di sala 1217an de ji Hêla Pîroz û Konstantînopolîs ve hate pejirandin û di sala 1346an de wekî Împeratoriya Serbî gihîşt lûtkeya axa xwe yê herî berfireh. Di nîvê sedsala 16an de, erîşên Osmaniyan tevahiya Serbistana îro dagir dike ku serweriya wan carinan ji hêla Împeratoriya Habsbûrgê ve hate qut kirin û ji dawiya sedsala 17an ve ber bi Serbistana Navîn ve dest pê kir û di heman demê de li Voyvodînayê bi cih girtine. Di destpêka sedsala 19an de, Şorêşa Serbistanê dewletekî netewî wekî yekem di monarşiya destûrî ya herêmê ava dike ku di pey re axa xwe berfireh kiriye.[1] Di destpêka sedsala 19an de, Şoreşa Sirbî netewdewleta wekî yekem monarşiya destûrî ya herêmê ava dike û piştre jî axa xwe berfireh dike. Di dema perçebûna Yugoslavyayê de, Serbistan bi Montenegro re welatêkî federal ava dike (binere: Serbistan û Montenegro),[2] ku heman dewlet di sala 2006an de bi aştiyane hate hilweşandin û ji sala 1918an vir ve yekem car serxwebûna Serbistanê wekî dewletek serwer hate vegerandin.[3] Di sala 2008an de nûnerên meclîsa Kosovayê bi awayekî yekalî serxwebûna xwe îlan kirin, digel bersivên cihêreng ên civaka navneteweyî ku di heman demê de Serbistan gotinên xwe berdewam dike ku axa Kosovayê wekî beşek ji axa xwe ya serwerî îdîa dike.[4]

Serbistan xwedî aboriyek dahatiya jorîna navîn e ku di qada Pêrista Pêşveçûna Mirovî de "pir bilind" hatiye destnîşan kirin. Serbistan komareke destûrî ya parlemanî ya yekpar e û endamê rêxistinên wekî Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, Rêxistina Ewlekarî û Hevkarî ya Ewropayê, Hevalbendiya Aşitî, Rêxistina Hevkariya Aborî ya Deryaya Reş, Peymana Bazirganiya Azad a Ewropa Navîn û beşdarî ji bo Rêxistina Bazirganiya Cîhanî dibe. Ji sala 2014an ve, welat danûstandinên endambûna xwe ya Yekîtiya Ewropayê dike, ku îhtîmalekî heye ku heya sala 2030an beşdariya Yekîtiya Ewropî bibe.[5] Serbistan bi awayekî fermî bi polîtîkaya bêalîbûna leşkerî ve girêdayî ye. Welat lênihêrîna tenduristî ya gerdûnî û perwerdehiya seretayî û navîn belaş dide hemwelatiyên xwe.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Serbian Revolution and the Serbian State". staff.lib.msu.edu. Roja gihiştinê 27 îlon 2023.
  2. ^ "Yugoslav Agreement on Succession Issues (2001) | Public International Law". web.archive.org. 26 gulan 2012. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 gulan 2012. Roja gihiştinê 27 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê (PDF) di 28 îlon 2011 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 27 îlon 2023.
  4. ^ "Kosovo conflict | Summary & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). 26 îlon 2023. Roja gihiştinê 27 îlon 2023.
  5. ^ Milovančević, Vojislav (19 îlon 2023). "EKSKLUZIVNO Francusko-nemački predlog za proširenje EU: Ako ispuni uslove, Srbija bi mogla da postane članica 2030. godine". NOVA portal (bi sirbî). Roja gihiştinê 27 îlon 2023.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]