Mistefa Mewlûdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Mistefa Mewlûdî
Jidayikbûn1958(1958)
EsilKurd
Hevwelatî Kurdistan
DestûrnameZanîngeha Koyeyê
PîşeSiyasetmedar
biguhêreBelge

Mistefa Mewlûdî, siyasetvanê kurd û sekreterê giştî yê berî yê Hîzba Demokrat a Kurdistanê (HDK-Î) ye. Ew piştî îstîfaya Xalid Ezîzî'yê sekreterê giştî yê berî di 15ê çileya sala 2017an de bi hilbijartinê wek sekreterê giştî hate ser HDKê.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mistefa Mewlûdî li gundê Masoyê di navbera her du bajarên Mihabad û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1979an de tevli refên Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.[2]

Di kongeraya heftem a Partiya Demorkata Kurdistana Îranê de (berî cudabûna herî dawî), bûye endamê serkirdatiya PDKÎ yan HDKAyê. Di kongreya 12 a PDKÎyê de jî weke Endamê Polîtboruya PDKÎyê hatiye hilbijartin.

Piştî ku cudabûn di nav refên PDKÎyê de çê bû û HDK ango PDKa Rojhilat hebûna xwe ragihand, di kongreya 14em de weke Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKê hat diyarkirin.

Xwendin û perwerde[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mistefa Mewlûdî xwendina zanîngehê li Başûrê Kurdistanê bi dawî kiriye û lîsanasa yasayê li Zanîngeha Koyeyê wergirtiye.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]