Mizrahîm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Cihûyên Helebê (1914)

Cihûyên mizrahî, mizrahîm, ango mizraḧîm (bi îbranî: מזרחים, mizrahî bi wateya "rojhilatî") an Edot haMizrach (civatên rojhilatê) navek e ku ji bo civatên cihû yên Asyayê, bi taybetî yên rojhilata navîn tê bikaranîn. Fermo, mîzraxîm ji cihûyên ereb, cihûyên faris, cihûyên bûxarî, cihûyên kurd û cihûyên çiyayê (cihûyên hindî û yên Qafqasya û Gurcistanê) pêk tên.

Bi nav kirin[biguherîne]

Berî avakirina dewleta Îsrael ev nav nedihate bikaranîn, lewra evya bi nav kirineke nû ye û qala cihûyên ku li derveyî dewleta Îsraelê dijîn dike. Gelek mizrahîm hê jî xwe bi navê dewleta ku tê de dijîn re bi nav dikin, wek cihûyên îraqî, cihûyên tûnisî, cihûyên faris û hwd.

Pirr caran mizrahîm wek sefardîm (ku bi îbranî tê wateya 'spanyolî') têne dîtin. Sefardî cihûyên ku piştî qewitandina wan a ji Spanyayê di sala 1492'an de xwe li Efrîqaya bakur (li Mexribê) bi cih kirine re tê gotin. Lê sefardîm naxwezin ew wek mizrahîm bêne binavkirin[çavkanî pêwîst e].

Berî damezirandina dewleta Îsraelê peyva mizrahî car caran ji bo cihûyên ereb dihate bikaranîn. Lê ew bi xwe vê binavkirina wan a wek cihûyên ereb an ereb qebûl nedikirin, û sedema vê yekê dijminatiya dewletên ereb li hemberî wan bû.

Ziman[biguherîne]

Civakên mizraxîm bi zaravayên cûr bi cûr ê' yudeo-erebî xeber didan, wek ya moxrabî.

Zaravayên din ên civakên mizraxîm ev in: cîdî, yudeo-gurcî, yudeo-tacîkî (buxorî), kurdî, yudeo-berberî, yûhûrî û yudeo-aramî. Pirraniya pirtûkên felsefî, olî û edebiyatî yên mizraxîm bi zimanê erebî yê bi alfabeya îbranî hatine nivîsandin.

Çavkanî[biguherîne]

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)