Heleb
| Heleb Halab |
|
| Nexşeya cihan Sûrî | |
| Kargêrî | |
| Dûgel | |
| Parêzgeh | Heleb |
| Demografî | |
| Gelhe | 2.301.570 kes (2005) |
| Erdnîgarî | |
| Rûerd | 190 km² |
| Bilindayî | 379 m |
| Koordînat | 36° 13′ Bakur 37° 10′ 44″ Rojhilat / 36.21667°Bk 37.17889°Rh |
| Nexşe | |
Nexşeya parêzgehê |
|
| Wêne | |
Dîmenine ji Helebê |
|
Heleb (bi erebî حلب, Halab; ji bo ewropiyan weke Aleppo tê naskirin; bi ermenî Հալէպ, Haleb; aramî Hadad an Halab) parêzgeh û yek ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye û yek ji bajarên herî kevnar e li herêmê. Ev bajar dikeve bakur-rojavayê wî welatî, nêzîka 360 km ji Şamê bi dûr dikeve.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Rûniştvanên Helebê
Piraniya helebiyan erebên sunî ne, lê hejmareke mezin ji niştîvanên bajarê Helebê û navçeyên wê kurd in. Her wekî din, ermeni, turkman, sûryanî, çerkez, çêçan û ernewût jî li wir bi cî dibin. Dor 15-20% ji helebiyan mesihî ne.
[biguherîne] Dîroka Helebê
Yek ji cihên dîrokî, ku li Helebê herî zêde tê naskirin Kelheya Helebê ye. Ev kelhe pir kevin e û bi şêweyê xwe yê îro ji aliyê eyubiyan ve hatiye avakirin.
[biguherîne]
Vaye demek dirêj e (ji sedsala 7'an de) ku li Helebê sabûn tê çêkirin û firotan. Sabûna Helebê, ê ku ji zeytê zeytûnan û zeytê xarê tê kelandin, netenê li rojhilatê, lê belê li seranserî cîhanê deng vedayî. Piraniya zeytê ji navçeya Kurdaxê (Efrîn), a ku dor 40 km li bakur-rojavayê Helebê dikeve, tê anîn. Îro, li Helebê nêzîka 60 sabûn-karxane yên biçûk hene û piraniya wan bi dest malbetan de ne.
[biguherîne]
Ji xeynî navê Heleb, bi zimanê erebî, wek Leqeb û Heleb eş-Şehbe, ango "Heleba gewr" jê re tê gotin. Akkadiyan jî jê re digotin Halab an Halap (û wisa jî Hallaba, Halba, Halbi, Halpa hatî nivîsandin[çavkanî pêwîst e]. Di jêderên kevne-misriyan de, bajar bi navê hlp dihat nasîn. Bi ûgarîtî û aramî jî wek hlb dihat nasîn[çavkanî pêwîst e].
| Heleb, bi hiyeroglîfan | |||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|
Chalba ẖrb3 Heleb |
|||||||





