Mohamed ElBaradei

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Mihemed elBeradey

Mohamed ElBaradei (bilêvkirina bi kurdî: Mihemed elBeradey, erebî: محمد البرادعي‎ Muhammad al-Barādaʿī; * 17'ê pûşperê 1942 li Qahîreyê, Misir) gerînendeyê giştî yê Saziya navneteweyî bo enerjiya atomê (IAEA) ye.

Sala 2005'î guncavê Xelata Nobel a aşitiyê hatiye dîtin. Perwerdeya dadnasiyê li Qahîre û New Yorkê bidawîkiriye. Sala 1964'î dibe nûnerê Misirê yê daîmî li NY. Bo demekê dirêj alîkariya wezîrê karê derve yê Misirê dike. Sala 1997'î dibe serokê IAEA'yê.