Murat Bektaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Murat Bektaş
Gora Murat Bektaş
Jiyan
Jidayikbûn25ê tîrmeha 1965an
Amed
Mirin20ê kanûna paşîn a 2000an (34 salî)
Amed
Cureyê muzîkêMuzîka gel a kurdî
AmûrTembûr
Saz
Mandolîn
MalperHunermend Murat Bektaş
biguhêreBelge

Murat Bektaş di sala 25.07.1965 de li Amed ê hatiye cîhanê. Bi eslê xwe ji Merdîn ê, gundê Bafawa girêdayî navça Stewrê ye. Dema tê ru dinyayê herdu çavên wî nabînin. Murat Bektaş hîn zarok buye, di 7-8 saliya xweda fêrî temburê dibe.

Ew 5 biranê. Murat tev û 2 birayên xwe, di sala 1974 da ji xwera komek avadikin û derdikevin dawet û şahiyan. Bi dengê xwe û bi hunera xwe di demek kin de nav û dengê Murat li welat belavdibe.

Evîna wî ya li ser Huner bi Temburê destpêdike, Tembur jêra dibe dost dibe heval dibe evîndarek mezin tucar ji hev naqetin heya roja mirinê. Murat piştî fêrbuna temburê xwe di warê Hunerî da, gerek bi dengê xwe gerek bi pisporiya xwe gelek pêşve dixe.

Her çiqas herdu çavên wî nebînin jî dilê wî weka çemê dîjle diherike, ji bêhtirê temburê (saz), enstrûmanên wek Ud,Mandolina û dudik lêdixe. Di warê hunerî da gelek xebatên balkêş dike, di xizmeta hunera kurdî de bi salan dixebite.

Bi stranên gelerî û folklorik berhemên profesyonel pêşkeşî guhdarvanan dike. Bi taybetî bi strana Oy Felek nav û dengê wî li hemû deverên Kurdistanê belav dibe.

Murat Bektaş dîsa di salên 92-93 an de bi bilindbuna tekoşîna gelê Kurd, di warê hunerî da cîhê xwe digre. Dîsa di wan salan de bi proje yên balkêş gelek berhemên giranbuha pêşgeşî gelê Kurd dike. Murat tev Hunermendên hevalê xwe Hozan Fatê, Şehrîbana Kurdî du berheman tomar dike. Ew herdû berhem ji stranên Folklorik tê avakirin, ji aliyê gelê Kurd gelek tên ecibandin û bi salan tên guhdarkirin. Murat di sala 2000 de dema ji konserek dizîvire bi qezaya tirafîkê jiyana xwe ji dest dide. Li du xwe berhemên xwe yên bi dengê xwe yî zelal, jina xwe û herdu zarokên xwe dihêle. Gelê Kurd dema Hunermendên wan li jiyanê ne, tucar bi giranî lê xwedî dernakevin. Murad jî yek ji wan hunermendane. Herdem dengê wî li cîhanê dijî. Sala 2006 alîyê Hollywood Music Center Albûma Murat U fatê ser navê 'Kurdistan - Traditional Kurdish Dance Songs' bigerdûnî hat weşandin.

Murat Bektaş: Ew bi fizîkî ji nav me çû lê dengê wî û hunera wî li jiyanê, li jiyana baqî mane. Xwarzî yê hunermendê me yî nemir û ciwanekî şoreb ji nava stranbêjên me de ku hêvî bilind kirîye, Serdar Bektaş, wê karên studio da berdewam bike.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Baran Barî (1982)
  • Oy Nazê (1989)
  • Daweta Me (Murat û Fatê - Daweta Me 1/2/3) (1991)
  • Dilan (1992)
  • Dîlana kurdî (Şehrîbana Kurdî & Murat Bektaş) (1992)
  • Cizîra Botan (1993)
  • Sipanê Xelat (1994)
  • Hoy Mamo (1995)
  • Mem Xunek (1996)
  • Dilo Can (1996)
  • Oy Felek (1997)
  • Şehrîbana Kurdî & Murat Bektaş - Lê Amede
  • Şehrîbana Kurdî & Murat Bektaş - Koma Dîlan

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]