Amed

Ji Wîkîpediya

Diyarbekir
Diyarbakır
Heye? Wêne:Saredariya_amedê.jpg
Ala bajêr Mertalê bajêr
Dûgel Kurdistan - Tirkiye
Parêzgeh Diyarbekir
Serbajar Amed
Rûerd 15.354 km²
Rûniştvan (2007) 1.460.714
Berbelavî kes/km²
Malper Malpera bajarvaniya Amedê [1]
Sûra Amedê


Amed (bi tirkî: Diyarbakır) bajarekî li bakurê Kurdistanê ye. Yek ji bajarên mezintirîn di Kurdistanê de û paytexta rastî ya di dilê gelê Kurdistanê de ye. Amed îro bi zebeşên xwe û bi keleha xwe bi nav û deng e.

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Navên bajêr

Bajar 1300 sal berî Îsa di dema Asûriyan de, bi navê Amîd (Amîda) hatibû naskirin. Piştre bi dorê Amed, Ameda reş, Diyar-ê Bekir û wek Diyarbakır nav hatine guhertin.

[biguherîne] Coxrafya

[biguherîne] Ciyê coxrafî û sînorên bajêr

Bajar di nav paralelên 37° 30´ û 38° 43´bakûr û merîdyenên 40° 37´ û 41° 20´ rojhilat de ye. Li rojhilat bi Batmanê û Sêrtê, li başûr bi Mêrdînê, li başûrê rojava bi Rihayê û Semsûrê û li bakûr jî bi Elezîz û Çewlikê ve tê girêdan.

[biguherîne] Taybetiyên erda bajêr

Pîvana erda herêmê 15.354 km² ye . Ji vê erdê çiya 37.0 %, deşt 30.6 % û plato jî 30.4 % e. Erda herêmê 95 %´ê wê ji bo zîreetê bikar tê. Tene, petêx (gindor), zebeş, titûn û pembo herî pirtir li herêmê tên çandin.

[biguherîne] Klîma (Av û hewa)

Li herêmê klîmayek reşayî hikum dike. Havînan pir germ û ziha, zivistanan jî li gora bajarên din hinek hêniktir derbas dibe.

[biguherîne] Gelhe (1997) û navçeyên bajêr

  • Navend 641616
  • Bismil; Gelhe 151769, pîvana erdê 1748 km² ye. Navçe 60 km li başûrê rojhilatê bajêr e.
  • Şamkuş (Çermik); Gelhe 50662, pîvana erdê 1032 km² ye. Li rojava yê bajêr e.
  • Çinar Gelhe 55957, pîvana erdê 1952 km² ye. Li başûrê bajêr e.
  • Çingûş; Gelhe 14589, pîvana erdê 489 km² ye. Li başûrê bajêr e.
  • Pîran (Dicle); Gelhe 37581, pîvana erdê 738 km² ye. Navçe li bakûrê bajêr e.
  • Egil : Gelhe 19176 e.
  • Erxenî ; Gelhe 87182 e, 1489 km² ye.Li ser rêya Elezîzê û Diyarbekirê ye.
  • Hênê; Gelhe 28 459, pîvana erdê 415 km ye. Li başûrê bajêr e.
  • Karazê (Kocakoy); Gelhe 13660 eç
  • Pasûr (Qulp); Gelhe 29694 e, pivana erdê
  • Licê Gelhe 18696 e, pîvana erdê 1083 km² ye. Li başûrê bajêr e.
  • Silîva (Farqîn); Gelhe 117 528 e, pîvana erdê 1379 km² ye. Navçe li rojhilatê bajêr e. Bajar ciyekî kevn e. Kela Zembîlfiroş li vir e.
  • Hezro

Tevahîya gelhe herêmê 1282678 (1997)

Tevahîya gelhê herêmê 1.460.714 (2007)

[biguherîne] Çiyayên herêmê

Qerejdax (1919 m), Pîreceman (2010m), Mîhrap (2100m), Adem (2100m), Lîs (2220m), Suplis (2280m), Koz (2283m), Qirdîlek (2350m), Berbihîv (2593m), Andok (2830m)

[biguherîne] Deştên herêmê

Gewran (Erxenî 15000 hektar), Qerexan (nêzî qerejdax 10000 hektar), deşta Diyarbekirê (40000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê 25000 hektar), Behremkî (Bismil 18000 hektar) û ber û berê çemê Dicle ve jî pir deştên biçûk hene.

[biguherîne] Çem û gol

Çemê Dicle, çemê herî mezin ê herêmê ye.Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên tabîî tunene. Golên bendavan(barajan) wek; Devegeçîdî, Qaraqaya, Qurtqaya, Ortavîran Goksu, Qralkizî û Gozegol. Dîsa li Pasûrê Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran hene.

[biguherîne] Dewlemendiyên bin erdê

Hesin (asin), qirşûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan, rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikaranîn.

[biguherîne] Babetên ajalan

Ji bilî heywanên kedî li herêmê, sewalên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroşk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin..

[biguherîne] Dîn (ol) û civak

Nifûsa bajêr piranî misilman in.Wekî din êzîdî û xiristiyan jî li herêmê hene. Civaka misilmanan ji mezhebên şafiî, henefî û elevî pêk tê. Tarîqeta Naqşîbendî li herêmê ya herî xurt e. Turbeyên ku ji aliyê gel ve tên ziyaret kirin jî hene. Ya herî pir gel ziyaret dike, turbeya "Siltan Şêxmûs" e. Ji bilî wê, li Diyarbekirê turbeya "Siltan Silêman", li Pîranê turbeya "Pîr Xetab", ji alî gel ve tê ziyaret kirin. Nifûsa bajêr piranî Kurd in, ji bilî Kurdan, Suryanî, Ereb û Ermenî jî li herêmê wek nifûsek biçûk hene.

[biguherîne] Xwarinên herêmê

  • Meftûne; Goştê parçekirî di beroşê de tê sorkirin. Balîcan, sîr û firingî (yan jî ava firingiya) têkel dibe. Ava simaqê bi ser de dibe û tê kelandin.
  • Mehîr; Mast (dew), hêk û xwê di beroşê de tê li hevxistin . Dan dikeve navê û tê kelandin. Li ser agirê heta bikele tê lihevxistin.
  • Kalek, Qedayif, Beqlewe, kutilkên dagirtî, balîcanên dagirtî jî xwarinên herêmî ne ku herî pirtir tên xwarin.

[biguherîne] Kincên herêmê

Piraniya mêran şalwar, îşlig (gomlek) û êlek li xwe dikin. Di nigên wan de pêlavên poztûj hene. Kum, şewqe yan jî kefiya sipî li serî hene.

Jinên Diyarbekirî fîstan yan jî zibûn li xwe dikin. Piranî jinên zewicandî çarikan (kitan) didin serê xwe. Keçên ciwan jî şarpe didin serê xwe. Kesên ku çarşefa reş li xwe dikin jî hene. Îro li bajêr kêm kes kincên mehelî li xwe dikin, piraniya gel kincên modern li xwe dike.

[biguherîne] Ciyên tûrîstîk û gerê

Amed ji alî sirûştê feqîr e lê ji alî tarîxê ve pir dewlemend e. Bedena Amedê piştî Kela Çînê ya herî dirêj e li cîhanê. Mizgeft û medreseyên bajêr bi mîmariyek pir hostatî hatine çêkirin. Mizgefta Mezin, ya Pêxember, ya Nebî hinek ji mizgeftên bajêr in. Gel piranî havînan diçin ser Gola Xezarê ku di hundirê tixûbên Elezîzê de ye. Wekî din baxçeyên Ben-û-Senê jî ciyên gerê ne ji bo gel. Germava Çirmûgê jî ciyê vehêsanê ye. Binihêre:

[biguherîne] Navdarên Diyarbekirê

[biguherîne] Dîrok

Amed ya kevn

Ji bo gotareke dirêj binêre: Dîroka Amedê

Li Amedê gelek cîhên dîrokî hene. Yen herî bi nav û deng Bedena Amedê û bircên wê ne.

[biguherîne] Kronolojî

Berî îsa

Piştî Îsa (zayîn)

[biguherîne] Belediye

Wek serokê belediye yê Amede di hilbijartinên 28'ê adarê 2004an de Osman Baydemir hat hilbijartin.

[biguherîne] Lînkên derve

[biguherîne] Bi Kirmanckî - Dimilkî - Zazakî - Kirdkî, Kirdî, Ginî - Xormekij - Lolij - Zonê Ma - Şo bê

Amed (bi tirkî: Diyarbakır) yew sûko û mintiqayo Bakurê (şîmal) Kurdistan rûniştî. Şarê ma zî Amed ra vano "paytextê dilê ma, paytextê Kurdistan". Çemê Dîcle zerî Amed ra şin û hewayê xo germ o. Amed di tenya Kurd esta û dinê xo misilman û Elewî yo.

[biguherîne] Navçey (Qezay) Amed

[biguherîne] Lînk - Çime


 
Bajarên Kurdistanê
Ala Kurdistanê

Agirî | Akrê | Amed | Amêdî | Amûde | Banê | Bazîd | Bidlîs | Bokan | Cizîre | Colemêrg | Çewlîg | Dêrsîm | Dihok | Dîlok | Efrîn | Elezîz | Erzingan | Erzirom | Êlih | Hesîçe | Hewlêr | Kamyaran | Kerkûk | Kirmaşan | Kobane | Mehabad | Meletî | Mereş | Mêrdîn | Merîwan | Midyad | Musîl | Mûş | Pawe | Pîranşar | Qamişlo | Qers | Riha | Selehedîn | Semsûr | Serdeşt | Serê Kaniyê | Sêrt | Seqiz | Sêwas | Silêmanî | Sine | Şino | Şirnex | Tirbespî | Urmiye | Wan | Xaneqîn | Zaxo



 
Bajarên Komara Tirkiyê
Nexşeya bajarên Komara Tirkiyê

Edene | Semsûr | Afyon | Agirî | Amasya | Enqere | Antalya | Artvin | Aydın | Balıkesir | Bilecik | Çewlik | Bidlîs | Bolu | Burdur | Bursa | Çanakkale | Çankırı | Çorum | Denizli | Amed | Edirne | Mezra | Erzingan | Erzirom | Eskişehir | Dîlok | Giresun | Gümüşhane | Colemêrg | Hatay | Isparta | Mersin | Stenbol | İzmir | Qers | Kastamonu | Kayseri | Kırklareli | Kırşehir | Kocaeli | Konya | Kütahya | Meletî | Manisa | Gurgum | Mêrdîn | Muğla | Mûş | Nevşehir | Niğde | Ordu | Rize | Sakarya | Samsun | Sêrt | Sinop | Sêwas | Tekirdağ | Tokat | Trabzon | Dêrsîm | Riha | Uşak | Wan | Yozgat | Zonguldak | Aksaray | Bayburt | Karaman | Kırıkkale | Êlih | Şirnex | Bartın | Erdêxan | Îdir | Yalova | Karabük | Kilîs | Osmaniye | Düzce

Ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Amed" hatiye standin.