Nîkola Tesla

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nikola Tesla
Nikola Tesla li derdora 1893î
Jidayikbûn
10ê tîrmehê 1856
Mirin7ê kanûna paşîn 1943
New York, DYA
Sedema mirinêTêkçûna dil
Esilserb
Hevwelatîserbî - amerîkî.
Pîşefizîknas, endazyarê mekanîkê ,dahêner,endazyarê karevayê
Xelat
Kariyera zanistî
BandorbarErnst Mach
BandorkerGano Dunn
biguhêreBelge

Nikola Tesla (bi serbî Никола Тесла, Nikola Tesla, bi înglîzî Nikola Tesla; jdb. 10ê tîrmehê 1856, m. 7ê kanûna paşîn 1943) dahêner, fizîknas, endazyarê karevayê û endazyarê mekanîkê yê navdar ê serbî-amerîkî.

Ew wekî serbiyek li Împeratoriya Avusturyayéyê hatî bû dinê û paşê jî bûbû welatiyekê amerîkî. Ew zêdetir jibo kar û çalakî û dahînanên di warê kareva û asinreva û hevbendiya wan bihevra navdar e. Bi dahînanên xwe ve wî bingehê dozena hêza karevayê ya sirêma berguhêr (bi îngilìzî Alternating Current) û dozena dabeşkirina hêzê ya çendbarî anko polîfaz û motora SB anko motora AC dana û bi vî awayî Şoreşa Pîşesazî ya Duyê dest pê kir.

Wî li ser wegera elektrîkê ji asta mekanîk bere bi herikînê gelek lêkolîn kirine û îro ev di fizîkê de bi navê Tesla tê binakirin.

Eger nefreta we, bikare bibe elektrîsîte, ewê karibe hemû cîhanê vêxîne û ronî bike....

Nikola Tesla( 1856-1943)

Jînenîgar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li goreyê çîvanokekê, Nîkola li nîvşeveka bi ewir û birûsî di malbateka serbî da li gundê Smiliyan li devera Lika li Împeratoriya Awistriyayê, cihekê ko niha dikevit nav welatê Kroatiya, hat dinyayê. Babê wî, Mîlotîn Tesla keşeyekê Dêra Ortodoksa Serbistanê bû. Li sala 1881ê ew çû Bûdapêstê da li şerîkeyeke telegrafê ya amerîkî kar bikit. Her wê salê (sala 1881ê) li dema vekirina guhêrînga telefonê ya yekê li Bûdapêstê, ew bû endazyarê yekê yê wê guhêrîngê.

Dahênan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kêm zêde 600 heb patentê Nikola Tesla heye. Dahênên wî ye navdar vanin: Bobînê Tesla, Motora AC, Radyo, Dînamo. Îda dikin ku piştî mirinê Nikola Tesla dewletê DYA û FBI hemû dosyayen û pirtûkên wî dest xistinê.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]